Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

Îro wê li 9 bajarên kantonên Cizîrê û Firatê meşên girseyî werin lidar xistin da ku êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin û piştgiriyê bidin QSD'ê.

Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku peymana agirbestê binpê kirine, êrîşî bajarên Tebqa û Reqa û gundewarên wan dikin. Şervanên YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivên tund didin êrîşan.

Bi armanca piştgiriya QSD û şermezarkirina êrîşan dê îro li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Koçer, Til Temir, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşên girseyî werin lidarxistin.

Komîteyên birêxistinkirinê, bang li şêniyan kir ku tev li meşan bibin.