ROJANE
Hemû Nûçe
-
Berdana DAÎŞ’iyan di çapemeniya cîhanê de ye: ‘Xiyaneta li Kurdan, hişyarkirina DAÎŞ’ê ye’
Berdana girtiyên DAÎŞ’î ya piştî êrîşên koalîsyona DAÎŞ-El Qaîde û dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, di çapemeniya cîhanê de cih girt. La Libre ya ji Belçîkayê got, “Xiyaneta li hemberî Kurdan, hişyarkirina DAÎŞ’ê ye.” -
Senatorê berê: Tom Barrack cihê şermê ye, divê ji wezîfeyê bê dûrxistin
Senatorê berê yê komarger ê Pennsylvaniayê Rick Santorum, ji ber êrişên li ser Kurdan xwest, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê ji wezîfeyê bê dûrxistin. -
Li Rojava îradeya yekîtiya neteweyî: Tişta ku siyaset nekir berxwedanê kir
Parlamenterê Mersînê Alî Bozan diyar kir ku berxwedana li Rojava xalek girîng di yekîtiya neteweyî ya Kurdan de çêkiriye û got, "Li dijî gefa qirkirinê hişmendiyek û xeta têkoşîna hevpar hatiye avakirin." -
Sabahat Erdogan Saritaş: Gelê me ji bo Rojava serpiyan e
Parlementerê DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan da û got gelê Kurd xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve. -
Parêzvanên Mafên Mirovan wê li Rojava û Pirsûsê bên cem hev!
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li hemberî êrîşên ku li ser Rojava didomin amadekariya çûna Pirsûsê dike. Baroya Amedê jî plansaziya çûna Rojava dike. Parêzvanên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşan têkevin nava liv û tevgerê. -
ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Protestoyên li bajarên Tirkiyeyê: Bila êrîş bên rawestandin
Li bajarên Tirkiyeyê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin û di çalakiyan de peyama piştevaniya bi Rojava re hate dayîn. -
Malper û hesabên medyaya dijîtal ên MA û JinNewsê hatin astengkirin
Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) careke din malper û hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JinNewsê asteng kir. -
Di nexşeya şer de cih ji DAÎŞ’ê re hate dayîn
Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ’ê yên li ser Kampa Holê çeteyên DAÎŞ’ê hatin berdan. Di nexşetya şer a cîhanê de cih ji DAÎŞ’ê re hate dayîn. -
Bi hezaran kes li Hezexê meşiyan: ‘DAÎŞ-Tirkiye winda kir, wê HTŞ-Tirkiye jî winda bike’
Li Hezexê ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava bi girseyî meşiyan. Girseyê destnîşan kir ku 10 sal berê DAÎŞ-Tirkiyeyê winda kiriye û niha jî wê HTŞ-Tirkiyeyê winda bike. -
Êrîşa polîsan: Gelek kes hatin binçavkirin
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî meşê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin ku rojnamevan jî di nav de bûn. -
Li Nisêbînê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li dijî êrîşên li ser Rojava, çalakiya nobetê ya li Nisêbînê didome. Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişlo ve meşiyan. -
DFG û MKG’ê ji bo Rojava bang li çapemeniya navneteweyî kir
Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), têkildarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bang li çapemeniya navneteweyî kir. -
Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ji bo Rojava bang kirin
Nerazîbûnên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên li hemberî êrîşên çeteyên girîdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, didomin. -
Heyeta dewleta Tirk çû ser sînorê Kobanê-Pirsûsê
Heyeta dewleta Tirk bi konvoyeke leşkerî çû ser sînorê Kobanê-Pirsûsê. -
Hunermendên NÇM’ê ji bo Rojava bang kirin: Bêdengî hevkariya sûc e
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek hunermend û saziyên çandî li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin li ser Rojava daxuyanî dan. -
Saziyên Kurdan ên li DYE’yê ji bo Rojava bang li Kongreyê kirin
11 saziyên Kurd ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê xebat dimeşînin û Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Bellevue ya eyaleta Washington siyasetmedara Kurd Naren Briar ji bo Rojava bang li Kongreya DYE’yê kir ku berpirsyarî bigire. -
Hêzên leşkerî û ewlekariyê tedbîrên parastinê zêde kirin
Hêzên QSD û YPJ'ê li hemberî êrişên li ser herêmê tedbîrên parastinê xurt kirin. -
Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê mafên Kurdan bêne misogerkirin!
Abdulkadîr Guleç êrîşên li Rojava nirxand û got, "Hemû êrîşên ku dibin sedema windahiya sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê saziyên navneteweyî bi vê perspektîfê nêzî vê mijarê bibin. Peymanên heyî xwe naspêrin bingehek demokratîk." -
Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e
Hevserokê OHD’ê ya Şaxa Stenbolê Îshak Demîrel derbarê êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de got, "Dema ku şer li Rojava berdewam dike, nabe ku mirov li bendê be ku li Tirkiyeyê bangên aştiyê werin k -
ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevserokên DEM Partî û DBP’ê wê biçin Rojava
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ligel parlamenter, nûnerên baro û rêxistinên sivîl wê sibê biçin Rojava. -
Li Stenbolê gel ji barîkatên polîsan derbas bûn û ji bo Rojava meşiya
Gelê ku li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ba hev, tevî êrîşên polîsan jî barîkat derbas kirin û meşa xwe li dar xist. -
Li sînorê Qamişloyê li dijî êrîşan nobet dest pê kir
Li sînorê Qamîşloyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobet dest pê kir. -
Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
Li gorî agahiyan gelek balafirên şer ji 8’emîn Baregeha Jetan a li parêzgeha Amed ya Bakurê Kurdistanê rabûn.