Senatorê berê: Tom Barrack cihê şermê ye, divê ji wezîfeyê bê dûrxistin
Senatorê berê yê komarger ê Pennsylvaniayê Rick Santorum, ji ber êrişên li ser Kurdan xwest, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê ji wezîfeyê bê dûrxistin.
Senatorê berê yê komarger ê Pennsylvaniayê Rick Santorum, ji ber êrişên li ser Kurdan xwest, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê ji wezîfeyê bê dûrxistin.
Rick Santorum li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurdan karên gelekî giran kirin, demokrasiyeke pirrengî afirandin, lê belê Tom Barrack xiyanet li vê yekê kir.
Santorum got, "Kurdan li Bakurrojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê 'karên gelekî giran' kirin" û bi vî rengî dewam kir, "Ji aliyê olî ve demokrasiyeke pirrengî ava kirin. Sefîrê Bilind Barrack xiyanet li wan kir, xiyanet li Xiristiyanên li Sûriyeyê kir, ji bo Tirkiyeyê xiyanet li welatê me kir. Nêzîkatiya wî cihê şermê ye. Divê ji wezîfeyê bê dûrxistin."