ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Pîran, Xana Hawêl û Êlihê ji bo Rojava çalakî
Êrîşên li ser Rojava û dorpêçkirina Kobanê li gelek bajarên Kurdistanê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin protestokirin. -
Salih Muslim: Peyman destpêkek e, divê gel hişyar be!
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, peymana di navbera QSD û Rêveberiya Şamê de nirxand û wiha got, “Peyman destpêkek e, lê cibîcîkirina wê ya li qadê girêdayî Şamê ye. Gel divê hişyar be.” -
Suleyman Yildiz piştî 33 salan hat berdan
Suleyman Yildiz piştî 33 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hejmar 2’an hate berdan. -
DEM Partî: Îradeya Rojava ji bo me esas e, em piştgiriyê didin peymanê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, peymana navbera Şam û QSD'ê weke 'cihê kêfxweşiyê' pêşwazî kir û got, "Îradeya Rojava ji bo me esas e." -
Li Rihayê 20 kes hatine binçavkirin û êşkence li zêdetirî 10 kesan hatiye kirin
Li rapora ji aliyê Şaxa Rihayê ya OHD’ê ve hate eşkerekirin, di dema xwepêşandanên nava mehekê de herî kêm 20 kes hatine binçavkirin, 16 ji wan hatine girtin û êşkence li zêdetirî 10 kesan hatiye kirin. -
Li Cizîrê êşkenceya li ciwanê DBP’î hatî kirin, hate protestokirin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Ramazan Kalkan bi zorê birin emniyetê û êşkence lê kirin. Li dijî vê yekê li ber avahiya edliyeyê çalakî hate lidarxistin. -
ROJIN bang li dezgehên medyayên navneteweyî kir
ROJIN dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarê sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir û bang li rêxistinên medyayê yên navneteweyî kir ku girêdayî exlaqa rojnamevaniyê bin û rastiyê ragihînin. -
‘Gelê Kurd dizane ku yên li Rojava diqewimin şerê hebûn û tunebûnê ye’
Çinar Altan diyar kir ku gelê Kurd di mijara xwedî lêderketina Rojava de xwedî hişmendî û bîrekê xurt e û bal kişand ser vê yekê ku gelê Kurd dizane ku yên li Rojava diqewimin şerê hebûn û tunebûnê ye. -
‘Ev di heman demê de şerê zihniyetê ye ku li dijî îradeya jinên azad tê meşandin e’
Nivîskar Hatice Kavran diyar kir ku li Rojava êrîşên li ser şervanên jin ên girtî û cenazeyan ne tenê sûcê şer in, di heman demê de şerê zihniyetê ye ku li dijî peymana civakî ya ku jin bi îradeya xwe ya azad ava kiriye tê meşandin. -
Ayten Dersîm: Divê em li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm, got ku biryara berxwedana gelê Rojava li hemberî êrîşan pir girîng e û wiha got: “Îro divê em li dora şervanên YPJ’ê yên ku têkoşîna me ya birûmet dimeşînin, li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek û xurt bibin." -
ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê gel ji bo Rojava di çalakiyê de ye
Li dijî êrîşên li ser Rojava, li Amed, Dêrsim, Riha û Stenbolê çalakiyên protestoyî dewam dikin. -
Piero Fassiono: Em piştgiriyê didin gelê Kurd
Raportorê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Piero Fassino diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd û bang li Şamê kir ku rêzê li agirbestê û mafên Kurdan bigire. -
Fîdan û Barrack di nava du hefteyan de cara sêyemîn li hev rûniştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack di nava 15 rojên dawî de cara sêyemîn li hev rûniştin. -
Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê: Divê xwişk-biratî ne taktîkî, stratejîk be
Şandeya ku ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllarî û serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî pêk tên serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan kir. -
DEM Partiyê ji bo 'Rojava' serdana Partiya Saadetê kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî êrişên li ser Rojava serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan kirin. -
Kovara 'Ozgur Halk' dest bi weşana dijîtal kir
Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir. -
Weqfa Aştiyê: Aştiyeke mayînde tenê bi danûstandin û diyalogê re pêkan e
Weqfa Aştiyê, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava binpêkirina maf û hiqûqa navneteweyî ya mirovan e û bang li hemû aliyan kir ku bi rêya diyalogan pirsgirêkan çareser bikin. -
16 baro: Bila deriyê sînor ê Murşîtpinar bê vekirin
16 baroyan, bi daxuyaniyek hevpar bal kişandin ser keraseta mirovî ya ji ber dorpêç û êrîşên li ser Kobanê û hat xwestin ku deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin. -
Karasu: Êrîşên li ser Rojava provokasyoneke li dijî pêvajoyê ne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava pêvajoyê sabote dikin û vê rewşê wek komployeke navnetewî nirxand. -
ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Kadikoyê çalakî: Dorpêça li Rojava sûcê şer e, bi lezgînî hevgirtinê mezin bikin!
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo azadkirina Rojava ya ku ji aliyê HTŞ-DAÎŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin, li Kadikoyê çalakî hat lidarxistin û gotin: "Dorpêça li Rojava sûcê şer e, bêdengî hevkarî ye; bi lezgînî hevgirtinê mezin bikin." -
81 ocaxên Elewiyan banga ‘li dijî zilmê’ dakevin qadan kirin
81 ocaxên Elewiyan ên ku bi hewldana hevpar a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) hatin cem hev, li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniya hevpar dan. -
Dayikên Aştiyê çelenga reş danîn pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê
Dayikên Aştiyê çelenga reş danîn Konsolosxaneya DYA ya Stenbolê ku diyardikin ku di êrîşên li ser Rojava de zemînê çêkiriye.