ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Akdenîz, Aydinlar, Tekdag û Duman edalet hate xwestin
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin ba hev û faîlên Mehmet Mehdî Akdenîz, Cuneyt Aydinlar, Mehmet Tekdag û Mehmet Nezîr Duman pirsîn. -
Komploya 15’ê Sibatê wê li Tirkiye û Kurdistanê were protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, wê li gel meşên ku bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk werin lidarxistin, were protestokirin. -
Aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû hate pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê ku piştî hate binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin, pirsîn û edalet xwestin. -
Dema ku hişmendiya yekitiya netewî ya Kurd bilind dibe
Gef û metrsî mezin in. Lê belê bi destkeftiyên mezin re derfetên cihgirtina di pergala nû de jî hene. Yekitiya netewî ya Kurd çiqas zû û bi hêz ava bibe, wê kêmkirina metirsiyan û sûdwergirtina ji derfetan jî ewqasî gengaz be. -
Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê bang
Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji bo meş û mîtînga ku wê di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê ji bo protestokirina komployê û daxwaza azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku Kurd tenê hatine hiştin û wiha hişyarî da: “Man û nemana Kurdan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê.” -
Bayîk: Li Rojava civaka demokratîk û îradeya Kurd di hedefê de ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê leşkerî ne, parçeyek ji meyla piralî ye ku "armanca wê tasfiyekirina civaka demokratîk û îradeya Kurd e." -
ROJEVA 7’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Rihayê 3 kes hatin girtin
Ji 12 kesên ku li Pirsûsê hatin binçavkirin û berdan, derbarê 1 jê zarok 5 kesan de dîsa biryara binçavkirinê hate dayîn. Ji kesên hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. -
Di salvegera erdhejên 6'ê Sibatê de bîranîn û bertek: Ne erdhej, pergala rantxwir kuşt
Di sêyemîn salvegera erdhejên 6'ê Sibatê yên 2023'yan de, li gelek bajaran û bi taybetî li Stenbol, Mêrdîn û Rihayê, hêzên ked, aştî û demokrasiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bertek nîşanî îhmalkarî, polîtîkayên rantê û bêcezatiyê hatin dayîn. -
Hacî Haykir piştî 32 salan hat berdan
Hacî Haykir ku di sala 1994'an de li Cîzîrê hatibû girtin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Bûrdûrê hat berdan. -
Dorpêça Kobanê dewam dike: Leşkerên Tirk 9 roj in li sînorê Kobanê xendekan dikolin
Dema ku HTŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de xendek tên kolandin. -
Yên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Di sêyemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên bi navendî Mereşê de, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Egitim Sen û malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirine, yên ku jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan bi bîr anîn. -
Di operasyona li dijî ESP’ê de 30 kesên din jî hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de 30 kesên din jî hatin girtin. -
Bijîjkên ji Başûrê Kurdistanê erka xwe ya li Rojava temam kirin
Şandeya bijîjkên Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, piştî erka xwe temam kirin, vegeriyan Başûrê Kurdistanê. -
ÎHD’ê ji bo herêmên erdhejê bang kir: ‘Bila dawiyê li rant û bêcezatiyê bînin’
ÎHD’ê, di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de li gelek bajaran bi dayîna duyaniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û daxwaz kir ku li herêmên erdhejê şert mercên jiyana mirovî were dabînkirin, berpirsiyar werin darizandin û dawiyê bêcatiyê bînin. -
KESK’ê li gelek bajaran ji bo 6 Sibatê çalakiyên bîranînê lidarxistin
KESK’ê, di salvegera 3’yemîn a erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de li gelek bajaran kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate diyar kirin ku ne erdhej, polîtîkayên rantê, nebûna çavdêriyê û bêcezatiyê bûne sedema wêraniyê. -
Li Erzînganê bi pileya 5.0 erd hejiya
Li navçeya Kemah a Erzînganê bi mezinahiya 5.0 erd hejiya. -
Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hate birîn
Sala 2016’an li navçeya Hezex a Şirnexê 15 kes hatibûn binçavkirin ku siyasetmedarên Kurd jî di nav de hene. Di doza derbarê 15 kesan de biryar derket holê. -
Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari qurbaniyên erdheja 6’ê Sibata 2023’yan li Semsûrê li ser gora wan bi bîr anîn. -
Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da
TJA’yê bi wesîleya salvegera erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan daxuyanî da û diyar kir ku saziyên rayedar berpirsyariyên xwe bi cih neanîne, berpirsyar nehatine darizandin û binpêkirin hatine normalîzekirin. -
Li Kobanê derman xilas bûn: Mafê tenduristiyê nabe ku bibe mijara bazariyê!
Endamê Meclîsa Rêveber a Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammet Çan, anî ziman ku rewşa li Kobanê tê jiyîn veguheriye krîzeke tenduristiyê ya gel û got ku mafê tenduristiyê nayê taloqkirin û nabe bibe mijara bazariyê. -
Li Semsûrê meş: Nayê jibîrkirin, nayê efûkirin
Li Semsûrê bi wesîleya salvegera 3'emîn erdhejê meşeke bi meşale hate lidarxistin. Di bîranînê de peyama "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hate dayin. -
Li Hatayê bîranîna erdhejê: Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin
Erdheja 6'ê Sibatê li Hatayê nehate jibîrkirin. Erdhejzedeyan find, wêneyên xizmên xwe û qurnefîl danîn ser pankarta bi nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin." -
Li gelek bajaran qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn
Qurbaniyên erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê li gelek bajaran hatin bîranîn. Saet di 04:17'an de ji bo qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin.