ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 6’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Berteka DEM Partiyê li dijî girtinên li ser ESP’ê û pêkhateyên wê
DEM Partiyê li dijî binçavkirin û girtinên li ser Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û saziyên cuda bertek nîşan da û bang kir ku operasyon bên rawestandin û kesên hatine girtin tavilê bên berdan -
Di 3’yemîn salvegera erdhejê de li qadan e: Ji bîr nakin, efû nakin
Rêxistinên demokratîk û rêxistinên jinan kesên ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wan li Mereşê bû li gelek bajaran bi bîr anîn û daxwaza diyarkirina aqûbeta kesên windayî kirin. -
Bakirhan: Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne
Ji bo bîranîna kesên di sala sêyemîn a erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li Hatay û Îskenderûnê meş hatin li dar xistin û daxwaza darizandina berpirsiyaran hate kirin. Tuncer Bakirhan got, Sûcên erdhejê sûcên li dijî mirovahiyê ne. -
Piştî 30 sal û 7 mehên girtîgehê ji bo Eren Yıldız pêşvazîkirina girseyî
Eren Yıldız ê ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Antalyayê hate berdan, li Dîlokê ku malbata wî lê dijî hate ziyaret kirin. Yıldız bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku înfaza giran li ser wî hatiye sepandin. -
Hevserokê ESP’ê jî di nav de 47 kes hatin girtin
Di operasyona ESP’ê de Hevserokê ESP’ê Mûrat Çepnî ji nav de 47 kes hatin girtin û 9 jî bi biryara bi kontrola edlî hatin berdan. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar girêdayî êrîşên li ser Rojava û lihevkirina hatiye îmzekirin bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û diyar kir ku divê Tirkiye ji nû ve berê xwe bide vê bangê û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo. -
Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê
Parlamenterê DEM Partî yê Mersînê Alî Bozan, anî ziman ku redkirina daxwaza rawestandina tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Akdenîzê biryarek ne qanûnî, berevajî siyasî ye û got, “Ev ne biryara dadgehê ye, tercîha siyasî ya desthilatdariya AKP’ê ye.” -
‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’
Rêxistinên sosyalîst û sendîkayên ku li dijî zextên li ser ESP’ê bertek nîşandan, tiştên diqewimin wekî pêvajoyeke nû ya operasyonên KCK’ê pênase kirin. -
Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin
Rewşenbîrê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku Rojava bi xiyaneteke giran a DYA'yê re rû bi rû maye û got: "Wan ne Kurd, hişmendiya El Qaîdeyê tercîh kirin. Bi girêdana kravatê mirov ji cîhadîzmê dernakeve; di vê xalê de wê şaş bikin." -
'Naskirina statuya Kurdan wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be'
Hevserokê HDP'ê Kirkazak: "Wekî ku Birêz Ocalan pêşniyar kiriye; naskirina mafên hevpar ên Kurdan bi rêbaza entegrasyona demokratîk û qebûlkirina statuya Kurdan bi girtina nav hiqûqê, wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be." -
ROJEVA 5’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo korîdora mirovî ya lezgîn bang kir
Platforma Jinan a Enqereyê astengkirina derbasbûna 25 TIR alîkariya mirovî ji Deriyê Sînor ê Murşitpinarê protesto kir û xwest deriyên sînor bên vekirin û korîdora alîkariya mirovî bê vekirin. -
Dewleta Tirk rê nade karwanê alîkariyan derbasî Kobanê bibe
Desthilatên Tirkiyeyê rê nade 25 TIRˊên alîkariyên mirovî derbasî Kobanê bibin û ji nû ve vegerandina bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê. -
Fetî Yildiz: Li ser mafê hêviyê me li hev kir, wê di raporê de cih bigire
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclisê û got, "Me li ser mafê hêviyê li hev kiriye, pirsgirêk tune ye, ew ê di raporê de hebe." -
HDK: Tundî û êşkenceya zayendî li aktîvîstên Karavana Gelan hate kirin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ragihand ku tundî û êşkenceya zayendî û lêgerîna tazî li aktîvîstên Karavana Gelan hatiye kirin, ku bi armanca piştgiriya bi Rojava re dixwestin biçin Kobanê. -
Fetî Yildiz: Di pêvajoyê de veger nîne, di 'mafê hêviyê' de fikrê cuda nîne
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz anî ziman ku di mijara "Mafê Hêviyê" de li nava Tifaqa Cûmhûr nêrîna ji hev cuda nîne. -
Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya
Komîsyona Meclîsê ya têkildarî meseleya Kurd ava bû, ji bo nîqaşkirina metna çarçoveyê ya rapora dawî cara pêncemîn li hev kom bû. -
Li Dersimê endamê rêveberiya ESP’ê Çelebî hate binçavkirin
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî di saetên siharê de hate binçavkirin. -
Korkmaz: Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê divê tavilê bê vekirin
Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz nerazîbûn nîşanî astengkirina qemyonên alîkariyê yên li Pirsûsê da û xwest, Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin û korîdora mirovî tavilê bê avakirin. -
Pêşî girtî derb kirin, paşê jî gef xwarin: ‘Hûn dijminê min in’
Di Girtîgeha Sincan a 2'emîn de girtiyê bi navê Burhan Şik ji aliyê gardiyanan ve bi hinceta “çopê” pêşî hate derbkirin, piştre jî midûrê girtîgehê got: “Hûn dijminên min in” û gef li wî xwar. -
Rojnameger, şoreşger û şervan: Azîz Koyluoglu
Heval Azîz ne tenê kedkerekî ragihandinê bû; di cihê wê de şoreşger, siyasetmedar û di heman demê de şervanek bû. Ji ber vê yekê jiyana xwe ya ku tê de 32 salên têkoşîneke mezin bi cih kir, bi coş û heyecaneke mezin derbas kir. -
“Li hemberî têkoşîna domdar tu bandora şerê taybet tune ye”
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu diyar kir ku şerê taybet ê ku çeteyên HTŞ-DAİŞ’ê dimeşînin, bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan tê pûçkirin. Û got: “Ger îradeyeke ku neyê pelçiqandin û têkoşîneke domdar hebe, tu bandorê şerê taybet tune ye.” -
ROJEVA 4’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Hatîmogûllari û Ahmet Davutoglû: Bila gavên şênber bên avêtin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyona rapora xwe di zûtirîn demê de parve bike û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû jî bal kişand ser aştiya sê ling ku Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê digre nava xwe.