ROJEVA 4’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.

- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.

- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu diyar kir ku şerê taybet ê ku çeteyên HTŞ-DAİŞ’ê dimeşînin, bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan tê pûçkirin. Û got: “Ger îradeyeke ku neyê pelçiqandin û têkoşîneke domdar hebe, tu bandorê şerê taybet tune ye.”

- Ji herêmên cuda yên cîhanê çalakvanên Ekolojîst ji bo Rojava peyama piştgiriyê weşandin û gotin: “Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e.”

- Ji Platforma Parastin û Piştgiriya Bajarê Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz li dijî rawestandina maşîneyên alîkariyê yên ji bo Kobanê li deriyê Pirsûsê nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir ku Deriyê Sînor ê Mürşitpınar were vekirin û korîdora mirovahiyê zû were ava kirin.

- Di Girtîgeha Sincan a 2'emîn de girtiyê bi navê Burhan Şik ji aliyê gardiyanan ve bi hinceta “çopê” pêşî hate derbkirin, piştre jî midûrê girtîgehê got: “Hûn dijminên min in” û gef li wî xwar.

- Heval Azîz ne tenê kedkerekî ragihandinê bû; di cihê wê de şoreşger, siyasetmedar û di heman demê de şervanek bû. Ji ber vê yekê jiyana xwe ya ku tê de 32 salên têkoşîneke mezin  bi cih kir, bi coş û heyecaneke mezin derbas kir. Ji bo bîranîna Azîz Koyluoglu…