Fetî Yildiz: Li ser mafê hêviyê me li hev kir, wê di raporê de cih bigire

Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclisê û got, "Me li ser mafê hêviyê li hev kiriye, pirsgirêk tune ye, ew ê di raporê de hebe."

Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz piştî civîna ekîba nivîsandinê ya Komîsyona Meclisê, pirsên rojnamevanan bersivandin. Yildiz behsa rapora dawî ya bi hev re hatiye amadekirin kir û got, "Ew ê hefteya bê biqede. Hûn ê bersivên hemû pirsan bibînin. Me li ser mafê hêviyê li hev kiriye, pirsgirêk tune ye, ew ê di raporê de hebe. Dema ku biryarên DMME’yê werin bicîhanîn, biryarên DMME’yê jî behsa mafê hêviyê dikin."

Mûrat Emîr ê CHP’î jî got, “Ji bo tiştek şênber bê gotin hn zû ye. Em dikarin bêjin ku em nêzîk bûne, em ê bigihîjin lihevkirine tam.”