ROJEVA 5’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
- Hevserokê HDP'ê Kirkazak: "Wekî ku Birêz Ocalan pêşniyar kiriye; naskirina mafên kolektîf ên Kurdan bi rêbaza entegrasyona demokratîk û qebûlkirina statuya Kurdan bi girtina nav hiqûqê, wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be."
- Rewşenbîrê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku Rojava bi xiyaneteke giran a DYA'yê re rû bi rû maye û got: "Wan ne Kurd, hişmendiya El Qaîdeyê tercîh kirin. Bi girêdana kravatê mirov ji cîhadîzmê dernakeve; di vê xalê de wê şaş bikin."
- Rêxistinên sosyalîst û sendîkayên ku bertek nîşanî zextên li ser ESP'ê dan, tiştên diqewimin şibandin pêvajoyeke nû ya operasyonên KCK'ê.
- Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Ali Bozan bal kişand ser redkirina biryara rawestandina ya derbarê tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Akdenizê û got: "Ev biryar ne hiqûqî, siyasî ye. Li holê ne biryara dadgehê, biryareke siyasî ya ku desthilatdariya AKP'ê girtiye heye."
- Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîğdem Kiliçgun Uçar bal kişand êrişên li ser Rojava û peymanên hatine îmzekirin û girîngiya banga 27'ê Sibatê bi bîr xist. Uçar destnîşan kir ku divê Tirkiye rûyê xwe dîsa bizivirîne vê bangê û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo.
- Bêdengiyên dubare û bêcezatiya pergalî ya li hemberî şebekeyên sûc û torên tundiya zayendî yên li herêmên cuda yên cîhanê, bingeha avahîsaziya gerdûnî ya ku em dikarin wekî "gerdûna Epstein" bi nav bikin, pêk tîne.