ROJANE
Hemû Nûçe
-
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elîf Çoban hat girtin
Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Elîf Çoban a ku li ser gotinên kesekî ku çalakiyên partiyê krîmînalîze dike li Amed hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeriya Sulhê ya Stenbolê ve hat girtin. -
Şandeya Îmraliyê wê sibê bi Erdogan re bicive
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Acar, sibê saet di 14.00'an de dê li Kulliyeya Serokkomariyê bi Serokkomarê AKP'î Recep Tayyip Erdogan re bicivin. -
Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar ikr ku êdî dema avêtina gavê ye ne ya gotinê ye û got, "Niha dem ew dem e ku lez ji pêvajoyê re bê dayin. Komîsyon gihîştiye dawiya pêvajoya nivîsandina rapora hevpar." -
Komîsyonê pêşnûmeya rapora xwe ya dawî ji partiyan re şand
Komîsyona meclîsê ya têkildarî meseleya Kurd ava bû, pêşnûmeya rapora dawî ya ku ji aliyê koma nivîsandinê ve hate amadekirin ji partiyên siyasî yên li nava komîsyonê re şand. -
Li Wan û Sêrtê bi ser malan de hate girtin: Herî kêm 8 kes hatin binçavkirin
Li Wan û Sêrtê di saetên siharê de polîsên Tirk bi ser malan de girt û herî kêm 8 kes binçav kirin. -
Rozerîn Kalkan a piştî 10 salan hate berdan, vegeriya Mêrdînê
Rozerîn Kalkan a ku berdana wê du caran hate taloqkirin û li girtîgehê qasî 11 mehan di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, piştî esareta 10 salan hate berdan û vegeriya warê xwe Mêrdînê. -
Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk destnîşan kir ku çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber pêkan e û diyar kir ku bêyî çareseriya siyasî û mîsogeriya destûrî, gavên ku werin avêtin dikarin herêmê ber bi kaoseke nû ve bibin. -
ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Abdullah Înan ê ku piştî esareta 32 salan a li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîr hate beradan, li warê xwe Êlihê bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin. -
ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir
Ajansa Nûçeyan ETHA piştî girtina edîtorên wan Nadiye Gurbuz û Pinar Gayip û nûçegihanên wan Elît Bayburt û Muslum Koyun, banga piştevaniyê li raya giştî kir. -
Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e
Alî Heyder Elyakut bal kişand ser peymana di navbera QSD û Şamê de û destnîşan kir ku ev lihevkirin rê dide parastina destkeftiyên demokratîk ên Kurdan. -
Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, der barê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de nirxandin kirin û destnîşan kir ku pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîkî ve girêdayî ye; -
ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe
Tê payîn ku civîna 6’emîn a koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê di 11’ê Sibatê de pêk were. -
Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kongreya xwe ya asayî ya 3'yemin li dar xist. Ayşegul Dogan di kongreyê de axivî û got, “Abdullah Ocalan deriyek ji me re vekiriye. Deriyê ku ji me re vekiriye deriyek dîrokî ye.“ -
Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê, meş hate lidarxistin. -
ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar
ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar ragihand û diyar kir ku di Çileyê de herî kêm 146 karker dema dixebitîn, jiyana xwe ji dest dan. -
Nasnameya 222 Kurdan hatin piştrastkirin ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nasnameya 222 çalakgerên Kurd hatine piştrastkirin ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin. -
HRANA: Li Îran û Rojhilat nêzî 7 hezar kes hatine kuştin
HRANA’yê ragihand ku heya niha nêzî 7 hezar kes di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin. -
Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!
Akademîsyen Seda Altug wiha got: 'Çawaniya pêşveçûna mutabaqatê, wê bandoreke nêzîk li geşedanên herêmên din ên ku Kurd lê dijîn jî bike. Dema mirov di ser Sûriyeyê re lê binêre, em dikarin îdîa bikin ku qonaxeke nû dest pê kiriye. -
Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, vekişîna ji Reqa-Tebqayê weke 'pûçkirina şerê Ereb û Kurdan' pênase kir; her wiha paradigmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo weke formulasyona astengkirina şerên etnîkî û olî yên li Rojhilata Navîn nirxand. -
ROJEVA 8’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin
Hevserokê Giştî yê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan, di axaftina xwe ya li Dîlokê de diyar kir ku pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin di bidawîkirina êrîşên li ser Rojava de diyarker bûye û got "Helwesta Birêz Ocalan rê li ber peymana 30’ê Rêbendanê vekir -
Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike
Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEMê Mithat Sancar: "Li Sûriye û Rojava modelek, ezmûnek heye. Ramaneke girîng heye. Lê belê bi modelên ku tê de ev jiyana hevpar di bin mercên azad û wekhev de bên misogerkirin, mirov dikare pêşiya şer û mirinan bigire -
Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê tahliyeya Enver Yanik û Mahmut Atan xwestin.