ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin. -
Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye
Yekîtiya Mamosteyên Kurd bang kir ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de Kurdî fermî bibe û di perwerdeyê de weke zimanê dayikê were fêrkirin. -
Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin
Divê yek ji rêgezên komînê ya bingehîn parastin û pêşxistina zimanê dayikê be. Em ê bi pergala komînê zimanê xwe pêşbixin û bi hêza cewherî jî zimanê xwe biparêzin. Ji ber parastina ziman xwe parastin e. -
Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest
Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, di nirxandina xwe ya derbarê rapora komîsyonê de diyar kir ku hîna salnameyeke şênber zelal nebûye, lê divê pêvajo neyê dirêjkirin. -
Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe
Endamê delegasyona Fransayê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Emmanuel Fernandez diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd bi dawî bibe û YE têkiliyên xwe bi hêzên ku tundiyê organîze dikin re qut bike. -
ROJEVA 21’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin
Rapora komîsyona meclîsê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di malpera înternetê ya Meclisê de hat weşandin. -
Ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê banga çalakiyê: Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin
Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Platforma Jinan a 8’ê Adarê diyar kir ku qetilirina jinan encama bêcezatiyê û pergala serdest a mêran e û bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de çalakiyan bikin û got, “Ji bo yek jî ji me kêm nebe em li vir in.” -
Hevserokê PYD'ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê
Hevserokê PYD'ê qala destwerdana Rêber Apo ya li êrişên li ser Rojava kir û got, şandeyek bi navê Rêber Apo û hikumeta Tirk ji deriyê Nisêbînê derbasî Rojava bû û bi rayedarên Rojava re hevdîtin kir. Di encamê de şer sekinî û lihevkirin pêk hat. -
Nûçegihanê DW Turkçe Alîcan Ûlûdag hate girtin
Nûçegihanê Enqereyê Ajansa Nûçeyan a Elman DW Turkçe Alîcan Ûlûdag bi îdîaya "Heqareta eşkere ya li Serokkomar" hate girtin. -
Ji bo Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a 15-18’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin
Meclîsa Avhewayê ya Gel, li dijî Lûtkeya Ekolojiyê ya COP31’ê ku tê plankirin di sala 2026’an de bi hevkariya Tirkiye û Awusturyayê li Antalyayê were pêk anîn, her kes vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Gelan ku dê di 15-18’ê Mijdarê de were lidar xistin. -
Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan rê û rêbazên entegrasyona demokratîk vegot û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo Kurdan jî yekîtiya neteweyî nebe nabe. -
Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin
Eren Keskîn ku li Girtîgeha Bakirkoyê serdana rojnamevan Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt kir, rapora komîsyona meclîsê ya derbarê azadiya ramanê bibîr xist û got girtina rojnamevanan ji ber nûçeyên çêdikin, nayê qebûlkirin. -
Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya rapora komîsyona çareseriyê "kêm lê dîrokî" pênase kir û got, divê hikumet gavên bibe cihê baweriyê biavêje. -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnameger Alîcan Uludag hate binçavkirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi awayekî jixweber lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de rojnameger Alîcan Uludag hat binçavkirin. -
Mehmet Mehdî Ataca 31 sal şûnde hat berdan
Ataca yê ku berê carekê berdana wî hatibû paşxistin, piştî 31 salan hat berdan. Ataca bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku ji bo pêvajo ber bi başiyê ve biçe ew ê li cem Rêber Apo cihê xwe bigirin. -
Banga 'Komîsyona Heqîqetê' Dayikên Şemiyê ji bo meclîsê
Dayikên Şemiyê û Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bertek nîşanî paşguhkirina daxwazên malbatên windayan a di rapora Komîsyona Meclîsê ya derbarê pirsgirêka Kurd de dan û daxwaz kirin ku "Komîsyoneke Heqîqetê" ya bi bandor bê avakirin. -
Li Bagcilarê civîna gel: 'Ger pêvajoya aştiyê hebe, divê tecrîd were rakirin'
DEM Partî ya Stenbolê li navçeya Bagcilarê civîna gel li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku aştiya mayînde bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî mimkun e. -
Di civîna Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de banga, ‘bila qeyûm werin betalkirin’
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di Civîna xwe ya Meclîsê ya meha Sibatê de banga betalkirina tayînkirina qeyûmê û bidawîanîna destwerdana li ser îradeya gel hate kirin. -
MATÛHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER), nerazîbûn nîşanî binçavkirina 14 kesên ku di 17’ê Sibatê de li Stenbol û Balikesîrê hatine binçavkirin ku endamên DEM Partiyê jî di nav de hene, da. -
Parêzerê ku ji bo bidawîkirina êşkenceyê çû qereqolê hate binçavkirin
Li Îzmîrê parêzerekî xwest, îfadeya muwekîlê wî ya li ser êşkenceya beriya îfadeyê bê qeydkirin, bi sûcdariya "bêbextî li polîs kiriye" hate binçavkirin. -
OHD’ê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran bi daxwaza “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” daxuyanî da. -
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî li hemberî ferzkirina karta nasnameyê di greva birçîbûnê de ne
Tugçenûr Ozbay li Girtîgeha Şakranê ji bo ku ferzkirina karta nasnameyê qebûl nekiriye ji kawîşê nayê derxistin û dest bi greva birçûbûnê ya bênavber kiriye. -
Li Stenbolê 13 kes bi endametiya 'rêxistina nîne' hatin sûcdarkirin
13 kesên li Stenbolê di 17'ê Sibatê de di serdegirtina malan de bi êşkenceyê hatin binçavkirin, têkildarî rêxistineke ku hate ragihandin ku xwe fesix kiriye, pirs hate pirsîn.