ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê -
Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin
Di dema ku amadekariyên Newrozê yên îsal ku dê herî kêm li 53 navendan bên pîrozkirin berdewam dikin, hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê jî diyar bûn. -
Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê
Îranê kampa Komeleya Zehmetkêşan, gundê Zirguwêz û balafirgeha Herîr hedef girt. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê agir bi kabîneyekê ketiye, lê windahiyên can çênebûne. -
Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye
Alî Bayramoglû rapora meclîsê nirxand û got, "Rapora meclîsê û pêşketinên din pirsgirêkê naqedînin, lê belê veguherîneke girîng didin destpêkirin. Çek wê bê danî, qada siyasetê bê vekirin. Lê belê pêşveçûn bi îradeya dewletê ve girêdayî ye." -
Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin
Parêzer Eleonora Scala anî ziman ku Rêber Apo di pêvajoya bêçekbûn û jinûve entegrasyonê de bi rola diyarker rabû û got, ji bo muzakereya wekhev divê mercên ragirtina wî di ber çavan re bêne derbaskirin. -
ROJEVA 5'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin
Piştî êrîşên li ser Îranê, biryar hat dayîn ku girtiyên li girtîgeha Evînê ji bo girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qumê veguhezîne. -
Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike
Endamên Heyeta Îmraliyê diyar kirin ku wan bi Wezîrên Edalet û Karên Hundir re "hevdîtinên gelekî girîng" pêk anîne û gotin, "Dibe ku heman piştî cejnê li Komîsyona Edaletê hevdîtin li ser qanûnan destpê bike." -
Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin
Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku fuzeyeke balîstîk a ji Îranê hate avêtin û berê wê li Tirkiyeyê bû ji aliyê parastina hewayî ya NATO'yê ve hatiye îmhakirin. -
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir re bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtin kirin. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû
Hevdîtina navbera endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî nêzî 40 deqeyan dewam kir. -
Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî re hevdîtinê dikin. -
Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir anî ziman ku Rêber Ocalan gotiye, "Statuya min girîng e. Divê ev zelal bibe. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e." -
ROJEVA 4'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êrîşî gundiyên li dijî projeya GES’ê derdetin kirin: 16 kes hat binçav kirin, 4 kes birîndar bû
Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê cendirmeyan êrîşî gundiyên ku li dijî projeya GES'ê rabûn kirin û 16 kes binçav kirin. -
Serdanên Heyeta Îmraliyê yên li girtîgehan: Dixwazin di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibin
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî sedana siyasetmedarên girtî ragihandin ku Fîgen Yuksekdag û Demîrtaş dixwazin di nava şert û mercên azad de beşdarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin. -
ÎHD: Li Girtîgeha Zarokan a Hatayê binpêkirinên giran hene
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê diyar kir ku zarokên ku ji bajarên Wan û Şirnexê ji Girtîgeha Zarokan a Hatayê re hatine sewqkirin bi binpêkirinên giran re rû bi rû mane. -
Tulay Hatîmogullari: Çareserî di avakirina Komara Îranê ya Demokratîk de ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de axivî û got, “Çareserî ne rejîma desthilat a mollayan ne jî Amerîka û Îsraîl e. Çareserî avakirina Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike ye.” -
DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30
DFG’ê rapora meha Sibatê ya têkildarî binpêkirina mafan a li hemberî azadiya çapemeniyê, weşand. -
Heyeta Îmraliyê serdana Fîgen Yuksekdag kir
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag kirin. -
Kurkçu: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye
Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku di meseleya Kurd de "Qonaxa duyemîn" hîn ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nehatiye destpêkirin û got, divê çareserî ji encama şerê herêmî re neyê hiştin, bi îradeya gel û gavên qanûnî yên şênber bê pêşvebirin. -
ROJEVA 3'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Divê Demîrtaş û Mizrakli tavilê azad bibin
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mithat Sancar, piştî hevdîtina bi siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re, banga azadiya her du girtiyan kirin û gotin divê demildest bigihîjin azadiya xwe. -
Rêber Apo: Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin
Rêber Apo têkildarî rapora komîsyona Meclîsê got, “Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin”. Rêber Apo wiha berdewam kir: “Divê kes nekeve nav rehavetê jî. Ji ber ku têkoşîn nû dest pê dike.” -
DEM Partiyê ji bo 'guhertinên qanûnî yên şênber' bang kir
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, dem hatiye ku ji gotinê derbasî pratîkê bibin û ji bo guhertinên qanûnî yên şênber bang kir.