ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Rêber Apo yekane hêz e ku dikare pêşî li şerê navbera gelan bigire'
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît anî ziman ku êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Rojhilata Navîn her roj zêde dibe û got, "Yekane hêza ku dikare pêşî li şerê navbera gelan, êrişên netewe dewletê yên li ser Rojava bigigre, Rêber Apo ye." -
ROJEVA 19'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn
OHD’ê diyar kir ku biryara binpêkirina mafan a DMME’yê ya derbarê cezaya ku li Rêber Apo hatiye birîn de 12 sal in nayê pêkanîn û bang li dewletê kir ku li gorî ruhê Aştî û Civaka Demokratîk tevbigere. -
Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye
Hate ragihandin ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi droneyan êriş birin ser kampa li nêzî bajarokê Koye yê li Herêma Kurdistanê ku malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) lê ne. -
Hevseroka PJAK'ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku rejîma Îranê di kêliyên dawî de ye û destnîşan kir ku her hêz xwedî projeyekê ne, projeya wan jî Îran a demokratîk û Kurdistan a azad e. -
KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê
KONGRA-GEL: Ji bo Newroz bibe wesîla azadiya Rêber Apo, ji bo bibe wesîla yekîtiya demokratik ya gelê Kurdistanê, ji bo bibe wesîla azadiya gelê me, li çar aliyê welat û li derveyî welat, em cejna Newrozê bi girseyî pîroz bikin. -
Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike
Mehmet Emîn Çam ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene, bi hinceta "Dikare bi tena serê xwe bimîne, diçe nexweşxaneyê û tedawî dibe" nayê berdan. -
Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê
Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenî Kapiyê me arşîvek ji dîmenên Newrozên Stenbolê amade kir. -
Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin
Parêzer Menziona got, divê pêvajo tenê weke bêçekbûna PKK'ê neyê dîtin û destnîşan kir ku pêwîste çarçoveyeke hiqûqî-siyasî jê re bê amadekirin. Menziona anî ziman ku hîn jî bersiv ji daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re nehatiye dayin. -
ROJEVA 18'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qoserê ku bi beşdariya deh hezaran bi dawî bû, bi sedan ciwan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin. -
Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an
Li 7 navçeyên Amedê bi beşdariyeke mezin û bi coş pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de peyama ku wê Newroza 2026’an bibe mizgîniya azadiya Rêber Apo hat dayîn. -
Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyê siyasî yê Kurd ê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê tê ragirtin, li dijî binpêkirina maf dest bi greva birçîbûnê kir. -
'Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e'
Nivîskar Mahîr Ergun destnîşan kir ku Rêber Apo bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê nêzî Engels bûye. -
ROJEVA 17'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Mêrsîn, Mêrdîn û Amedê pîrozbahiyên Newrozê yên bi meşale
Li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê, navçeya Qoser a Mêrdînê û navçeya Farqîn a Amedê bi çalakiyên hatin lidarxistin Newroz hat pîrozkirin. Di meşan de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. -
Rehşan Demîrel li ser gora xwe hat bîranîn
Rehşan Demîrel a ku ji bo protestokirina êrîşên li ser pîrozbahiyên Newrozê di sala 1992’yan de agir bera bedena xwe da û şehîd bû li ser gora xwe ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat bîranîn. -
Li gelek bajaran bîranîna Helebceyê: Bila weke Qirkirinê bê naskirin
Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, kesên ku di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn û ji Tirkiyeyê hate xwestin ku komkujî weke "Qirkirinê" bê naskirin. -
Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN'ê hate girtin
Serokê Giştî yê sendîkaya BÎRTEK-SEN'ê Mehmet Turkmen hate girtin. -
Di doza Oner de 'xelat' ceza li polîs hate birîn: 2 sal û 6 meh
Di doza têkildarî kuştina Şahîn Oner ê 19 salî de ku bi wesayita zirxî ya polîsan li Amedê hate qetilkirin, polîs Selahattîn Korkmaz ji ber sûcê 'li gel nexwestinê bû sedema mirinê' bi 2 sal û 6 mehan hate cezakirin. -
Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn
Yek ji pêşengê Şoreşa Rojava Salih Muslim, di 11 Adara 2026’an de li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da û piştre weke gelek bajarên li seranserê cîhanê li bajarê Toronto yê Kanadayê jî hate bibîranîn. -
KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin
KCDK-E’yê, bi wesîleya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da, komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bibîr xist û banga pêşxistina yekîtiya neteweyî, wijdanê hevpar û têkoşîna civaka demokratîk kir. -
ROJEVA 16'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn
DEM Partî li navçeyên Gazîosmanpaşa, Kartal, Avcilar û Pendîk ên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê li dar xist. Di pîrozbahiyan de agir hatin pêxistin, govend hatin gerandin û peyama "Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn” dan. -
Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê
Li Edeneyê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve Newroz hate pîrozkirin.