ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji Stenbolê ji bo Newroza 'Azadî û Yekîtiyê' bang
Li Stenbolê piştî eşkerekirina Deklarasyona Newrozê ya 2026'an, di axaftinan de hate ragihandin ku Newroz divê bibe kombûneke ji bo bilindkirina banga yekîtî, demokrasî û azadiyê. -
DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyariya xwe têkildarî seyaheta ji bo Bakurê Kurdistanê nû kir û derxist asta 4’emîn. -
Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin
Li Stenbolê Newroz wê îsal bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bê pîrozkirin. Têkildarî pîrozbahiyê deklarasyon hate eşkerekirin. -
Welatên Kendavê yên ku îmaja wan xirab bû, bi sedan kes binçavkirin
Li Qeterê bêhtirî 300 kes ji ber parvekirina dîmen û agahiyên derbarê êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê, hatin binçavkirin. -
Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin
Hat diyarkirin ku Cejna Newroza 2026’an wê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” were pîrozkirin. -
Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê
Li Bexdayê dron ket baxçê malekê, di bûyerê de jinek birîndar bû. -
ROJEVA 9'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peyama Rêber Apo ya 8'ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye
Rêber Apo meşa azadiyê ya jinan silav kir û got, "Jin êdî ne şahbanûya metayan e, êdî xwedawenda azadiyê ye û bi jiyaneke nûjen û azad re rû bi rû ye." -
ROJEVA 8'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan'
'Li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û hat xwestin ku demildest werin berdan.' -
Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin
Carek din Îranê bi dronan bircên peywendiyê yên li çiyayê Befrî Mîrî yê parêzgeha Helebceyê hedef girt. Ji ber êrîşê li Hewraman û deverê pirsgirêk ji bo peywendiyên telefonê derketiye. -
Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar
Balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê navenda polîsan a bajarê Urmiye û li Hemedanê jî cihek bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyan li avahiyên derdorê ketin. -
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Colemêrgê faîlên Hatîca Atalay, li Êlihê aqûbeta Mehmet Mungan, li Îzmîrê jî aqûbeta Nurettîn Toluk pirsîn. -
Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê aqûbeta jinên hatine windakirin, pirsîn. -
Li Çomanê êrîşa bi SÎHA
Bi dronan avahiyên li gundê Werdî ya ser bi Çomanê û navenda xizmetguzariya civakî ya Çomanê hatin hedefgirtin. -
Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!
Parlamentera DEM Partiyê, Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ji bo entegrasyona demokratîk divê beşa dawî ya rapora komîsyonê were plansazkirin û got, "Di vê plansazkirinê de divê şert û mercên Birêz Ocalan azad bixebite bên misogerkirin.” -
ROJEVA 7’Ê ADARA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê -
Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin
Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin. -
FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) di salvegera wê ya 105’emîn de Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn û gotin: ‘’Mîrateya wan hemwelatîbûna wekhev, azadiya baweriyê, edalet û aşitî ye.’’ -
Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin
Piştî ku girtîgeha Mahabadê hate bombebarankirin, girtiyên siyasî hatin veguheztin. -
Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin
Derbarê rojnamevan Zeynep Durgut ku talankirina daran a li gundê Êzidiyan Kiwêxê ya navçeya Hexez a Şirnexê kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike
Mehmet Zahir Saritaş diyar kir ku Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde xwedî planeke çareseriyê ya stratejîk e û anî ziman ku ji bo encambûna vê pêvajoyê divê dewlet bi muzakereya demokratîk û misogeriya qanûnî bersiv bide. -
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Li taxa Kervanpinar (Arzoxlî), gundiyên ku li dijî projeya ZENKAR-1 SER’ê ya ku tê xwestin li ser qada mêrgê bê avakirin têdikoşin, gotin: “Mêrg milkê gundiyan in, ne qada rantê ne” û xwestin proje bê betalkirin. -
Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin
Bandora şerê navbera Îran û Emerîka-Îsraîlê li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin. Duh bi şev gelek dever bi dron û mûşekan hatin bombebarankirin. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin çêbû. -
Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye
Sezaî Temellî daxuyaniyên Hakan Fîdan û Wezareta Parastina Neteweyî ya derbarê Kurdên Îranê de rexne kir û diyar kir ku Tirkiye polîtîkayên rast û samîmî yên ji bo gel çênake û siyaseta wê ya derve xwe dispêre dijberiya Kurdan.