Welatên Kendavê yên ku îmaja wan xirab bû, bi sedan kes binçavkirin
Li Qeterê bêhtirî 300 kes ji ber parvekirina dîmen û agahiyên derbarê êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê, hatin binçavkirin.
Li Qeterê bêhtirî 300 kes ji ber parvekirina dîmen û agahiyên derbarê êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê, hatin binçavkirin.
Wezareta Navxweyî ya Qeterê, ragihand ku 313 kes bi tohmeta "belavkirina agahiyên şaş" girtine. Di daxuyaniyê Wezareta Qaterê, de hat diyar kirin ku ev kes ji ber parvekirina dîmen û agahiyên şaş ên têkildarî êrîşan hatine girtin.
Heman zext li welatên din ên Kendavê jî hatin dîtin. Çar kes li Behrêynê û sê kes li Kuweytê hatine girtin. Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Erebistana Siûdî jî di vê mijarê de hişyarî ji bo parvekirina agahiyên ne piştrastkirî dan.
Welatên mîna Qeter, Mîrnişînên Erebî û Behrêynê, demeke dirêje ji bo veberhênan û turîzmê xwe wekê cihên ewle, aram û bêpirsgirêk nîşan didin.
Dîmenên wekî êrîşên bi fuzeyan û teqînan îmaja cihê ewle dixe xeteriyê. Bi taybetî têgihiştina bazarên borsayê, turîzm û veberhênên biyanî ji bo wan mijarek cidî ye. Ji ber vê belavbûna agahiyan di demên krîzê de bi rengekî cidî tên kontrol kirin.