Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Colemêrgê faîlên Hatîca Atalay, li Êlihê aqûbeta Mehmet Mungan, li Îzmîrê jî aqûbeta Nurettîn Toluk pirsîn.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Colemêrgê faîlên Hatîca Atalay, li Êlihê aqûbeta Mehmet Mungan, li Îzmîrê jî aqûbeta Nurettîn Toluk pirsîn.
Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya “bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 891’an de domandin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rêzan a Amedê hate lidarxistin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Hatîca Atalay hate xwendin ku 10’ê Îlona 1996’an li baxçeyê mala xwe ya li navçeya Pîran (Dîcle) ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hate qetilkirin.
ÊLIH
Li Êlihê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 727’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dom kir. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Mungan hate pirsîn ku 18’ê Adara 1998’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.
COLEMÊRG
Çalakiya xizmên windayan û ÎHD’ê ya li navçeya Gever a Colemêrgê jî di hefteya 217’an de dewam kir. Di çalakiyê wêneyên windayan hatin hildan. Kujerên Hatîce Atalay a ku 10’ê Îlona 1996’an hate qetilkirin, hatin pirsîn.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê her du hefteyan carekê ji bo pirsîna aqûbeta windayan, çalakî lidar dixin. Vê hefteyê jî çalakî li ber Konak Eskî Sumerbank dom kir. Faîlên Nurettîn Toluk hatin pirsîn ku 3’yê Sibata 1995’an li Îzmîrê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.