Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

Carek din Îranê bi dronan bircên peywendiyê yên li çiyayê Befrî Mîrî yê parêzgeha Helebceyê hedef girt. Ji ber êrîşê li Hewraman û deverê pirsgirêk ji bo peywendiyên telefonê derketiye.

Îro carek din Îranê bi dronan du bircên peywendiyê yên li çiyayê Befrî Mîrî ya li zincîre çiyayê Şinro ya li parêzgeha Helebceyê hedef girt. Ji ber êrîşê ziyanek mezin gihişte bircên peywendiyê.

Hat ragihandin ku ti ziyanên canî çênebûne, tenê ziyanên madî çêbûne. Hat gotin ku piştî êrîşê di peywendiyên telefonî de pirsgirêk derketiye û şebeke qut bûye.

Di çend rojên borî de jî bi sê dronan heman bircên peywendiyê hatibûn hedefgirtin.