Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

Bi dronan avahiyên li gundê Werdî ya ser bi Çomanê û navenda xizmetguzariya civakî ya Çomanê hatin hedefgirtin.

Beriya demek kurt Îranê bi dronekê êrişî avahiyên Werdî yên li gundê Werdî ser bi bajarokê Çoman a li sînorê Soran kir.

Her wiha bi dronan êrişî navenda xizmetguzariya civakî ya Çomanê hat kirin ku dikeve navenda bajêr û nêzîkî cihên nişecihbûna sivîlan.

Di encama êrişê de ziyanên canî çênebûne, tenê zerer û ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî gotinêye ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êdî êrişî ser welatên cîran nakin.