ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Cengîz Altun di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Li Êlihê rojnamevan Cengîz Altun ku di 24’ê Sibata 1992’an de bi êrîşekî çekdarî hate qetilkirin, di 34’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş têkildarî rapora komîsyonê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan. -
Ahmet Turk: Gava şênber nîne, ji bo baweriyê divê gav bê avêtin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, anî ziman ku di mijara pêvajoyê de gaveke şênber nehatiye avêtin û got, divê ji bo bêdawiya li nava gel ji holê bê rakirin gav bê avêtin. -
Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiya mayinde divê statuya Ocalan bê naskirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê got, "Ji bo aştiyeke mayinde divê statuya Birêz Ocalan bi sererastkirineke qanûnî bê naskirin." -
Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, rapora komîsyonê rexne kir û diyar kir ku raporê pirsgirêka Kurd xistiye çarçoveya 'terorê' û ji bo çareseriya mayinde jî bal kişand ser hewcedariya sererastkirinên qanûnî û pêkanîna mafê hêviyê. -
ROJEVA 24'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin
Hat eşkere kirin ku Dozgerê Komarê yê Buyukçekmeceyê ku lêpirsîna kuştina Hakan Tosun dimeşîne, li şûna sûcê “bi qestî kuştinê”, bi sûcê “birîndarkirina giran” fezleke amade kiriye û daxwaz kiriye ku her du bersûcên girtî ji "tehrika neheq" sûd werbigirin -
Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza
Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan hebû lihev anîn dihatin darizandin de biryar hate dayin. -
Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin
Rojnameya Yenî Yaşamê di beşa ‘Hevpeyvîna Duşemê’ de pirsên ku rojnamevan dixwestin ji Rêber Apo bipirsin, weşand. -
Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe
Wezîrê Plandanînê yê Iraqê biryarek li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê wergirt û ferman da ku Gulale bibe navçe. -
Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband
Tevlîbûna endamê Ekolojiya Polen Cemîl Aksû ya li bîranîna Komkujiya Pirsûsê û nêrînên wî yên têkildarî têkoşîna ekolojiyê sûc hate hesibandin. Fîgen Yuksekdag jî weke 'endama rêxistinê' hate nîşandan. -
Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe
Ji ÎHD'ê Sebla Arcan anî ziman ku ji bo aştiyê divê heqîqet bê nîşandan û mekanîzmayên edaletê yên dema derbasbûnê bikevin dewrê. -
'Komareke nû bi zimanê berê ava nabe'
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê parêzer Gulay Koca Ozturkoglû zimanê rapora komîsyonê rexne kir û got, "Bi zimanê berê komareke nû nikare bê avakirin." -
ROJEVA 23'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş ê giran Taşar, rastî êrişa bijîşkan hat
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), ragihand ku girtiyê nexweş ê giran Mehmet Edip Taşar, dema vediguhastin Saziya Bijîşkiya Dadî (SBD) ji hêla doktorên ku ew muayene dikirin ve rastî êrişa devkî û fîzîkî hatiye. -
Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’
Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî li Kadiykoyê daxuyanî hate dayîn û hate gotin, divê ji xeynî zimanê fermî xizmetên civakî bi zimanên din jî bên pêşkêşkirin. -
Daxuyaniya Sefîrê Emerîkayê ya li ser ‘Mafê Îsraîlê yê axê’ bû sedema nerazîbûnan
Daxuyaniya Sefîrê DYE’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, ku gotibû Îsraîl xwedî mafek berfireh li ser axa Rojhilata Navîn heye, di nava welatên Ereb û Misliman de bû sedema nerazîbûnan. -
Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’
Girtî Ramazan Kaya ê ku li Girtîgeha Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin, diyar kir ku ew di bin navê lêgerînê de ji aliyên gardiyanan ve tên tacîzkirin û ragihand ku ger lêgerîn bi vî şêwazî dewam bike dê ji qawişê dernekevin. -
Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin
Rêveberê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Yakûp Guven anî ziman ku dozên têkildarî mirinên bi berpirsyariya hêzên ewlekariyê bêceza bi encam dibin û got, "Ev yek jî encameke welê bi xwe re tîne ku hem dewletê diparêze hem jî sûcdaran rewa dike." -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
Di daxuyaniyên li Enqere û Stenbolê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Hayrettin Adak û Ferzende Elbî û daxwaza berdana wan kirin. -
Li Antalyayê civîna gel
Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê "Hevdîtina Gel a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" lidar xist. -
‘Bê ziman jiyan nabe’
Di çalakiyên ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, girîngiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî hat destnîşankirin. -
DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, “Aştiya civakî ne bi ferzkirina yekperestiyê, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi nasîna ziman, nasname û çandan pêk tê.” -
FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye
FEDA Û DAKB’ê gotin, "Parastina zimanê dayikê, bawerî û çandê bingeha civaka ku em tev bi hev re dijîn, xurttir dike."