ROJEVA 23'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê parêzer Gulay Koca Ozturkoglû zimanê rapora komîsyonê rexne kir û got, "Bi zimanê berê komareke nû nikare bê avakirin."

Ji ÎHD'ê Sebla Arcan anî ziman ku ji bo aştiyê divê heqîqet bê nîşandan û mekanîzmayên edaletê yên dema derbasbûnê bikevin dewrê.

Hevseroka Kantona Firatê ya PYD'ê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku hin hêz naxwazin peyman bi cih bê anîn û destnîşan kir ku mafên gelê Kurd divê bibe xala bingehîn a Destûra Bingehîn a Sûriyeyê.

Tevlîbûna endamê Ekolojiya Polen Cemîl Aksû ya li bîranîna Komkujiya Pirsûsê û nêrînên wî yên têkildarî têkoşîna ekolojiyê sûc hate hesibandin. Fîgen Yuksekdag jî weke 'endama rêxistinê' hate nîşandan.