ROJEVA 22'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Alîkara Şaredarê Strasbourgê Hulliya Tûran û Parlamentera Partiya Ekolojî û Keskan a Fransayê Sandra Regol bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Rojava rexne kir.

Êrişên hêzên çete û HTŞ'ê yên ser bi hikumeta Sûriyeya ya Demkî yên li ser bajarên Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rêveberê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Yakûp Guven anî ziman ku dozên têkildarî mirinên bi berpirsyariya hêzên ewlekariyê bêceza bi encam dibin û got, "Ev yek jî encameke welê bi xwe re tîne ku hem dewletê diparêze hem jî sûcdaran rewa dike."

Rêber Apo fikrê yekîtiya neteweyî nû dananî holê; yekîtiya neteweyî û şêweyê vê yekîtiyê bû yek ji hêmanên bingehîn ên avabûna Tevgera Azadiyê.