ROJEVA 24'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari rapora komîsyonê rexne kir û anî ziman ku raporê pirsgirêka Kurd xistiye çarçoveya 'terorê'. Ji bo çareseriya mayinde jî işaret bi pêwîstiya bi sererastkirinên qanûnî û pêkanîna mafê hêviyê kir.

Li Parlamenta Ewropayê wê 25'ê Sibatê bi civînekê mijarên diyalog, aştî, lihevkirin û demokrasî ya navbera Tirkiye û Kurdan bêne nirxandin.

Esra Çîçek Mercan got, cihê fikaran e ku kuştina jinan ji rêzê û tenê weke daneyên statîstîkî têne nîşandan û got, "Mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e û parastina wê jî berpirsyariya esasî ya dewletê ye."

Li Londonê di doza darizandina 6 aktîvîstên Kurd de ya li Dadgeha Cezayê Giran a Old Baileyê dozgeriyê gilîname pêşkêş kir. Gilîname û sûcdariyên ku dozgerî îdîa dike, ne kêmî dozên KCK'ê yên li Tirkiyeyê ne.

Rojnameya polîtîk û îdeolojîk a mehane Komînal meha Adarê bi dirûşma "Israra li ser mirovbûnê, israra li ser sosyalîzmê ye" dest bi weşanê dike.