ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hêlîn Umît: Eger dawî li lawaziya îradeya siyasî neyê anîn dibe ku metirsî li ser pêvajoyê çêbibe
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li ser pêvajoyê axivî û got, "Pêvajo hîn dewam dike, lê belê bi taybetî li aliyê desthilatdariyê îradeya siyasî lawaz e û eger ev lawazî ji holê neyê rakirin wê metirsî li ser pêvajoyê çêbibe." -
ROJEVA 19'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistinên hiqûqî: Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar divê demildest were berdan
Rêxistinên hiqûqî yên li Stenbolê ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar bang kirin û gotin: “Her roja ku Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de tê ragirtin jiyana wî dixê di bin xeterê.” -
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê Meclîs pêşniyarên raporê bike qanûn
Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorê herî girîng e. -
Di doza 'Lihevkirina Bajêr' de 2 endamên meclîsa şaredariyê hatin bedan
Rûniştina çaremîn a doza 'Lihevkirina Bajêr' li Dadgeha Cezayê Giran a 23'emîn a Stenbolê pêk hat û biryara berdana 2 kesan hate dayin. -
Rêber Apo: Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe
Rêber Apo di hevdîtina 16'ê Sibatê de ya bi Heyeta Îmraliyê re kir bal kişand ser pîvanên bingehîn ên "entegrasyona nû" û got, "Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe." -
Rapora dawî ya Komîsyonê hate erêkirin
Rapora hevpar a dawî ya Komîsyona Meclisê bi piraniya dengan hate qebûlkirin. -
Rapora Komîsyona Meclîsê: 'Mafê Hêviyê', 'Qanûna Taybet' û Sererastkirina Qeyûm'
Di rapora dawî ya Komîsyona Meclîsê de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû têkildarî pêvajoya çekdanînê, sererastkirineke qanûnî ya taybet, 'mafê hêviyê' û 'pêkanîna qeyûm' de pêşniyarên girîng hatin kirin. -
Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin
Zozan û Magda yên ku di piştevaniya enternasyonalîst a ji bajarên cuda yên Ewropayê heya Pirsûsê de cih girtin, wiha gotin, “Jiyana hevpar a li Rojava, mînaka şênber a paradîgmaya Rêber Apo ye.” -
Komîsyona Meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê cara dawî li hev civiya
Komîsyona Meclîsê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de ava bû, ji bo nirxandina rewşa dawî ya raporê li hev civiya. Civîn bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş pêk tê. -
DEM Partiyê şerhê muxalefetê danî ser 'Pêşnûme Rapora Hevpar'
DEM Partiyê nêrînên xwe yên cuda yên têkildarî Pêşnûme Rapora Hevpar a komîsyona li Meclîsê parve kir. Partî bi taybetî li ber hin têgeh û pênaseyên di raporê de rabû. -
Baroya Amedê bang li Meclîsê kir: Divê çarçoveya qanûnî ya taybet bê avakirin
Baroya Amedê bi sernavê "Nêrîn û pêşniyarên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê" raporek weşand. Baroyê ji bo mayindebûna pêvajoya entegrasyonê xwest li Tirkiyeyê pîvanên dewleta hiqûqê ya demokratîk bê xurtkirin. -
Lêkolîna SAMER’ê: Ji bo perwerdeya Kurdî daxwazek xurt heye, qada bikaranînê teng dibe
SAMER’ê bi gelên cuda re ankêtek çêkir û diar kir ku qada bikaranîna zimanê dayikê her ku diçe tengtir dibe. Di lêkolînê de derket holê ku ji sedî 98,7’ê beşdarên ankêtê xwestine zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. -
Ji KCK’ê peyama meha Remezanê: Li dijî xeteriya qirkirinê civaka demokratîk û yekîtiya gelan!
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand û bang li hemû Misilmanan kir ku li dijî xeteriya qirkirinê, hilweşîn û şer a li hemberî gelên Rojhilata Navîn li ser bingehê yekîtiya gelan û civaka demokratîk berpirsyarî bigirin. -
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Wan û Bedlîsê panelên zimanê Kurdî hatin lidarxistin
Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li navçeya Erdîş a Wanê û navçeya Tetwan a Bedlîsê panelên derbarê zimanê Kurdî de hatin lidarxistin. Di panelan de hate destnîşankirin ku Kurdî xwedî dîrokekî qedîm e û tevî hemû zextan jî hebûna xwe -
Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive
Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû, ji bo nirxandin û dengdana li ser rewşa dawî ya raporê sibe saet di 11:00 de dicive. -
Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakrihan got, "Ji bo aştiyeke mayinde divê statu û mercên kar ên Birêz Ocalan ne bi fîîlî lê bi sererastkirinên fermî û qanûnî bêne diyarkirin û garantîkirin." -
Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin
Xwendekara lîseyê ya bi navê A.K. ku li Îzmîrê ji ber li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenek ku porê xwe tê de dihûne weşand, di 5’ê Sibatê de hatibû binçavkirin. Îdîanameya ku derbarê A.K. de hat amadekirin hat qebûlkirin. -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku nûçeyên ku dibêjin pêşnûmeya rapora hevbeş qediyaye ne rast in, hîn jî xalên li hev nekirine hene û xebat berdewam dike. -
Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin
Endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye” û “Ji bo hêza xwe di qonaxa duyemîn pêk bîne divê derfet bên afirandin.” -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel Rêber Apo ji Girava Îmraliyê vegeriya. Tê payîn ku şande sibe daxuyaniyê bide -
Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’
Civîna 6’an a koma nivîsandina rapora hevpar ku ji endamên Komîsyona Meclisê pêk tê, bi dawî bû. -
Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin
Rêveberê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê Huseyîn Aslan ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirina êrişên li ser Rojava bû hate girtin.