Di doza 'Lihevkirina Bajêr' de 2 endamên meclîsa şaredariyê hatin bedan
Rûniştina çaremîn a doza 'Lihevkirina Bajêr' li Dadgeha Cezayê Giran a 23'emîn a Stenbolê pêk hat û biryara berdana 2 kesan hate dayin.
Rûniştina çaremîn a doza 'Lihevkirina Bajêr' li Dadgeha Cezayê Giran a 23'emîn a Stenbolê pêk hat û biryara berdana 2 kesan hate dayin.
Alîkarên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin darizandin û di darizandinê de der barê 2 kesên girtî de biryara berdanê hate dayin.
Piştî parastinê, parezeran xwestin bersûcên girtî Endama Meclîsa Şaredariya Sancaktepeyê Elîf Gul û Endamê Meclîsa Şaredariya Beyoglûyê Tûrabî Şen negirtî bêne darizandin û kêmasiyên di dosyayê de ji holê bêne rakirin.
Dadgehê biryar da ku Elîf Gul û Tûrabî Şen bi şertê kontrola edlî bêne berdan.