ROJEVA 18'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bêne şopandin.

Êrişên hêzên çete û HTŞ'ê yên ser bi hikumeta Sûriyeyê ya Demkî yên li dijî bajarên Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê peyamek weşand û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku li dijî şerê li ser gelên Rojhilata Navîn, hilweşîn û metirsiya qirkirinê li ser bingeha civaka demokratîk û yekîtiya gelan bi berpirsyariyê rabin.

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku 'mafê hêviyê' li hemberî cezayê heta bi hetayê yê girankirî garantiyek e û destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike.

Ahmet Ozmen anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna li Tirkiyeyê meseleya Kurd e û got, "Eger hûn ji perspektîfa ewlekariyê li meseleya Kurd binihêrin, hûn nikarin bi pêş ve biçin. Pêvajoya pêncî salên dawî li ber çavan e."

Bû salek ku ji nava me çû qehremanê serhildêr û wêrek. Niha ne li binê axê, lê di dilê me de, li eniyên berxwedanê, li deşt û çiyê ye.

Bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Meclîsa Jinan wê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê Deklarasyona 8'ê Adarê bê eşkerekirin.