ROJEVA 17'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bêne şopandin.

Êrişên hêzên çete û HTŞ'ê yên ser bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser bajarên Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencwênî diyar kir ku bi berxwedana Rojava re yekîtiya neteweyî ya Kurdan ava bûye û got, "Asta hişmendiya Kurdistanî û siyasî ya Kurdan guherî û bilind bû. Ev yek jî destketiyeke mezin a berxwedana li Rojava ye."

Enstîtuya Zanistî û Lêkolînên Kurd 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û bang li her kesî û saziyan hemûyan kir ku ji bo Kurdî bigihêje nifşên nû bi erka xwe ya neteweyî rabin.

Ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev divê em berê xwe bidin komunan, komunan ava bikin. Bi vî rengî em ê karibin şer, talan û komkujiyên li hemberî gelê xwe kêm bikin, jiyaneke azad ava bikin. Zinarîn Mesken.

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo, gel û şervanên azadiyê têk çûye û gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, dê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Kobanê her ku diçe rewş ber bi karesetê ve diçe û li gorî bijîşkan ger heta du hefteyên din rewş wiha dewam bike wê nexweşxane deriyên xwe ji nexweşan re bigirin.