ROJEVA 7’Ê ADARA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê
- Geşedanên piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
- Parlamentera DEM Partiyê, Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ji bo entegrasyona demokratîk divê beşa dawî ya rapora komîsyonê were plansazkirin û got, "Di vê plansazkirinê de divê şert û mercên Birêz Ocalan azad bixebite bên misogerkirin.”
- Çalakiyên bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, wê bên şopandin.
- Gerîlayên YJA Starê Zîlan Helbest û Rojda Çiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, divê têkoşîneke hîn mezintir were meşandin.
- Gava 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêzîk dibe, em bi jinên ku hin li malê, hin li dikanê û hin jî li ser dezgehan dixebitin re derbarê çîrokên wan û peyamên wan ên 8’ê Adarê de axivîn.
- Geşedanên têkildarî operasyona ku DYE û Îsraîlê li ser Îranê daye destpêkirin, wê bên şopandin.
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û xizmên girtiyan wê bên şopandin.