Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê
Li Bexdayê dron ket baxçê malekê, di bûyerê de jinek birîndar bû.
Li Bexdayê dron ket baxçê malekê, di bûyerê de jinek birîndar bû.
Li Taxa Turas a li paytexta Iraq Bexdayê dron ket baxçê malekê.
Hat ragihandin ku dronê Balyozxaneya Mezin a DYE’yê hedef digirt, lê hîna negihiştî hedefa xwe ji aliyê sîstema parastinê ve hate xistin.
Hat ragihandin ku di bûyerê de jinek birîndar bû û jina birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.