BI DÎMEN

Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn

Yek ji pêşengê Şoreşa Rojava Salih Muslim, di 11 Adara 2026’an de li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da û piştre weke gelek bajarên li seranserê cîhanê li bajarê Toronto yê Kanadayê jî hate bibîranîn.

Bîranîn, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê ve hate organîzekirin, gelek Kurdistanî beşdar bûn û bi hestiyariyeke mezin derbas bû.

Qisekeran jiyana Salih Muslim weke ‘’sembola ruhê piştevaniya ku ji Rojava dest pê kiriye û belav bûye hemû Kurdistanê’’ pênase kirin. Hate diyarkirin ku Salih Muslim şopdarê xeteke ku xwe bexşandiye îradeya jiyana hevpar a gelan, edalet û lêgerîna azadiyê bû.

Di merasîmê de Şervan Muslim ê kurê Salih Muslim ê ku di şerê li dijî komên çete yên cîhadîst de şehîd bûye û şervanên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûne jî hatin bibîranîn.  

Di axaftinan de hate îfadekirin ku fedekariya van berxwedêran nîşaneya herî bi hêz e ku gelê Kurd li çar perçeyan jî bi heman hêviyê dijî.  

Nûnerên Navenda Kurd a Demokratîk, diyar kirin ku têkoşîna Salih Muslim di bîra hevpar a gelê Kurd de mayînde bûye û ev yek anîn ziman:  

‘’Hevrêyê me Salih Muslim jî tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.  

Em soz didin ku em ê doza wan mezin bikin û wan tu carî ji bîr nakin.’’

Hevserokê KNK’ê yê Torontoyê jî bîranîneke xwe ya li gel malbata Muslim parve kir û ev yek bû sedem ku li eywanê kêliyên gelekî hestiyar rû bidin.

Merasîm, li gel pêşkêşkirineke sînevîzyoneke têkildarî jiyan û têkoşîna Salih Muslim, Şervan Muslim ê li Rojava şehîd dibe û şervanên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûne, bi dawî bû. 

Tevahiya rojê Kurdistaniyan seredana xwe domand; qada bîranînê  veguherî piştevanî û hesta yekîtiyeke xurt.