ROJEVA 18'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.

Parêzer Menziona got, divê pêvajo tenê weke bêçekbûna PKK'ê neyê dîtin û destnîşan kir ku pêwîste çarçoveyeke hiqûqî-siyasî jê re bê amadekirin. Menziona anî ziman ku hîn jî bersiv ji daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re nehatiye dayin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

Ji Kazliçeşme heta bi Yenî Kapiyê me arşîvek ji dîmenên Newrozên Stenbolê amade kir.

Hevserokên KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Franfurtê ya 21'ê Adarê banga tevlîbûna bi ruhê yekîtiya neteweyî kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê hestên xwe yên têkildarî Newrozê anîn ziman û gotin, bi ruhê Newrozê wê xwedî li pêvajoyê derkevin û bi ser bixînin.

Bûyerên piştî êrişa DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê werin şopandin.

Mehmet Emîn Çam ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene, bi hinceta "Dikare bi tena serê xwe bimîne, diçe nexweşxaneyê û tedawî dibe" nayê berdan.