ROJEVA 17'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

Bûyerên piştî êrişa DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê bêne şopandin.

Li Brîtanyayê, Lîderê Muxalefetê ya Parlamenta Walesê Darren Millar û ji kesayetên sereke yên Partiya Karker Jeremy Corbyn jî di nav de gelek siyasetmedaran Newroz li gelê Kurd pîroz kirin û peyama piştgiriyê dan.

Nivîskar Mahîr Ergun anî ziman ku Rêber Apo bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê nêzî Engels bûye.

Weqfa Danielle Mitterrand a li Fransayê û kolektîfa ekolojîk Bassines Non Merci ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyariyê rabin.

Girtiyê 32 salan Muhîttîn Pîrînççîoglû diyar kir ku pêşwazîkirina Newroza îsal bi rengekî azad ji bo wî xwedî wateyeke taybet e û got, "Ji bo min hesteke gelekî cuda ye ku Newrozê îsal bi rengekî azad pêşwazî bikim."

Li Iraqê tevlîbûna komên Şîa li nava şerê DYE-Îsraîl û Îranê krîzên aborî û siyasî yên cidî li ser Başûrê Kurdistanê ferz dikin. Destketiyên li Şengalê jî ku di bin gefa DAÎŞ, dewleta Tirk û Iraqê de ne, bi rîskeke mezin re rû bi rû ne.