Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

Hate ragihandin ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi droneyan êriş birin ser kampa li nêzî bajarokê Koye yê li Herêma Kurdistanê ku malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) lê ne.

Li gorî agahiyan beriya demek kurt pasdarên îranê bi droneyan êrişî ser kampa malbatên pêmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran ya li nêzîkî bajarokê Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku doh şev jî çend caran bi droneyan êrişî cihên niştecihbûna malbatên pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran û nava bajarokê Koye hate kirin.

Di encama êrişên ji dema destpêka şer ve, 7 pêşmergeyên partiyên Rojhilat û karmendên balafirgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.