Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qoserê ku bi beşdariya deh hezaran bi dawî bû, bi sedan ciwan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin.
Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qoserê ku bi beşdariya deh hezaran bi dawî bû, bi sedan ciwan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin.
Li Qoser a Mêrdînê piştî pîrozbahiya Newrozê, bi sedan ciwan bi dirûşmên "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin.
Meş heta Qada Ugur Kaymaz berdewam kir û piştre berê xwe dan Qada Azadiyê.
Dema ciwan ber bi Qada Azadiyê ve dimeşiyan, polîs û cendermeyên ku hatibûn sewqkirin êrişî ciwanan kirin. Polîsan bi TOMA'yan av li ciwanan reşand û ciwanan jî bi keviran bersiv da.
Çalakî, piştî meşa ciwanan di navbera kolanan bi dawî bû.