ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, Amediyan li hev civiyan û peyamên piştgiriyê dan gelê Rojava. Kesên beşdarî meşê bûn, bang li xurtkirina hevgirtina gelê Kurd kirin. -
'Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!'
Sebahat Tuncel, di nirxandina xwe ya li ser lihevkirina li Sûriyê de, balkişand ser girîngiya agirbestê û got ku têkoşîna esas ew e ku azadiya gelan bên mîsogerkirin û yekîtiya navbera Kurdan veguherîne hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk. -
ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’
Bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi hezaran kes herikîn kolanan. -
Meşa Stenbolê: Bijî berxwedana Rojava
Li Stenbolê bi wesîleya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê meş hat lidarxistin û wiha hat gotin, “Meşaleya azadiyê ku li Rojava teyisî, bi yekbûna stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ a Rêber Abdullah Ocalan, wê rêya jiyana demokratîk û azad nîşan bidin." -
Li Pirsûsê çalakiya ‘Rojava’: Xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li siberojê ye
Platforma Saziyên Demokratîk 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li Qada Pirsûsê daxuyanî da. -
Li Qoserê bi deh hezaran meşiyan: ‘Gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade’
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi banga Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê re, bi deh hezaran kes li Qada Azadiyê hatin ba hev. -
Li Dîlokê çalakî: ‘Em ê bi her awayî Rojava biparêzin’
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Dîlokê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê de daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştevaniya bi Rojava re divêtiyeke dîrokî ye. -
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê de, bi tevlîbûna deh hezaran kesan meşek hate lidarxistin. -
Li Antalya û Hatayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Antalya û Hatayê daxuyanî dan. -
Serokkomarê nû yê Iraqê îro jî nekarî bê hilbijartin
Biryar hatibû dayin ku Serokkomarê Iraqê îro bê hilbijartin; lê belê ji ber ku YNK û PDK'ê li hev nekirin rûniştina Parlamenta Iraqê hate taloqkirin. -
Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir ku di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ'ê de şehîd bûn. -
Kamile Kandal: Bêyî ku deriyên sînor vebin krîza mirovî nayê derbaskirin
Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamîle Kandal got ku girtina deriyên sînor, bi taybetî Mûrşîtpınar, krîza mirovî girantir dike; divê dorpêça li Kobanê û Hesekê were rakirin û alîkariyên mirovî zû bên vekirin. -
Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin
Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin. -
Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
Seroka Komeleya Zarokan a Jiyana Narin Canan Demir, got ku tiştên li Kobanê diqewimin li dijî exlaqê şer û hiqûqa navnetewî ne û zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin û jin û sivîl bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. -
‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’
Heval Bozdag ê ji DEM Partiyê, li ser ambargoya li ser Kobanê ji Tirkiyê daxwaz kir ku deriyê sînorê Mûrşîtpinar vebe û korîdora tenduristî û jiyanê vebe û got: “Ger wisa nebe, mirinên ku li wir bên jiyîn, rasterast Tirkiye berpirsiyar e.” -
ROJEVA 1’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin
Di çalakiyên bajarên cuda de, êrîşên li dijî Rojava û dorpêçkirina Kobanê hat şermezarkirin û ev bang hate kirin, "Derî vekin, bila alîkarî bigihin Kobanê." -
Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e
Mithat Sancarê ji Partiya DEMê diyar kir ku di pêkanîna lihevkirina "krîtîk" a navbera QSD û Şamê de, Rêber Apo li ser bingeha diyalog û muzakereyê roleke girîng lîstiye. -
Êrîşên li ser Rojava li Ermenîstanê hatin protestokirin
Li herêma Ermenîstan Almavirê êrîşên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser Rojava bi daxuyaniyekê hat protestokirin. -
Girtiyên siyasî yên li Îranê: Divê bi piştevaniyeke rast piştgirî bê dayîna Rojava
Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Zeynep Celaliyan û Mutelib Ehmedyan bi peyamekê piştgirî dan bexwedana Rojavayê Kurdistanê. -
Divê Tanboga, Yanik û Goktaî tavilê werin berdan!
Mafparêzan têkildarî girtiyên nexweş Îsmaîl Tanboga, Enver Yanik û Salîh Goktaî daxuyaniyek dan. -
Ozgur Ozel: Divê pêvajoya ‘aşitiya navxweyî’ ya li Tirkiyeyê were lezandin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêkvejiyana hemû nasnameyên li Sûriyeyê ya di bin misogeriya qanûna bingehîn de û got: ‘’Divê ev pêvajo li pêşiya aşitiya navxweyî ya li Tirkiyeyê nebe astengî berovajî wê bilezîne.’’ -
Xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidar xistin
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya heftane dewam kirin û daxwaza ronîkirina aqûbeta kesên winda kirin. -
Navê Kurdên ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin, eşkere bûn
Nasnameya 54 girtî û 17 Kurdên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine qetilkirin, eşkere bûn.