Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

ROJEVA 28’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 28'Ê ADARÊ

- Geşedanên piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.

- Şandeya DEM Partî piştî serdana Îmraliyê, wê îro daxuyaniyekê bide.

- Fermandarê pêşeng ê Tevgera Azadiyê Mahsum Korkmaz bi wesîleya salvegera şehadeta xwe wê were bîranîn.

- Çavdêrê siyasî Kavêz Mela Perwêz bal kişand ser rewşa şer ya li herêmê û diyar kir ku dibe ku guhertinên herêmî ji bo Kurdan pêşerojekî nû biafirîne. Destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo zelalkirina armancan û bidestxistina mafên rewa pêşxistina stratejiyê pir girîng e.

- Şerê DYE-Îsraîl û Îranê û bandorên wê yên li ser Rojhilata Navîn, wê bên şopandin.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.