Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Divê girtiyên nexweş Çam û Încî bên berdan

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de daxwaza berdana Mehmet Emîn Çam û Ozgur Azad Încî hat kirin.

Çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş tên lidar xistin, vê hefteyê jî berdewam kir. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li pêşiya avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê çalakiya “Rûniştina F” a 731’emîn lidar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 74 salî ku li Girtîgeha tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e û nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam were berdan” hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” berz kir.

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî di hefteya 603’yan de li Cadeya Sakaryayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd êşkence ye tecrîdê bi dawî bikin” hatin berzkirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin.