ROJANE
Hemû Nûçe
-
Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin
Hate ragihandin ku baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li sînorê Bamernê bi dronan hatiye hedefgirtin. -
Rejîma Îranê 846 kes binçav kir
Hêzên dewleta Îranê di nava çend rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 847 kes binçav kir. -
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku di mijara pêvajoyê de dema gavên şênber e û got, "Ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê divê teqwîmeke diyar bê destnîşankirin û ji raya giştî re bê eşkerekirin." -
‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’
Parêzer Necat Çîçek têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Dûmlûyê axivî û diyar kir ku li girtîgeha berbehs tecrîda girankirî heye û mafên girtiyan ên sereke bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. -
Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas
Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiyeke li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas. Çareseriya li ser bingeha civakê jî demokratîkbûna kolektîf û hevgirtî ya avaniyên civakî ferz dike. -
Altan: Girseya Newrozê wê veguhere hêza rêxistinbûyî
Hevserokê Bajarê Stenbolê yê DEM Partiyê Çinar Altan wêneyê Newrozê nirxand û anî ziman ku gel xwedî li pêvajoyê derketiye. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin
Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim û 8 kesên din hatin girtin. -
Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin
Ji bo rojnamegerê girtî Alican Uludag bi daxwaza heta 19 sal û 6 mehan cezayê hefsê doz hat vekirin. -
Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin. -
Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike
Endamên Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst tevî hewldana astengkirina polîsan, ji bo protestokirina NATO’yê û bîranîna Mahir Çayan û hevalên wî yên ku di Komkujiya Kızıldereyê de hatin qetilkirin ber bi Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê ve meşiyan -
YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin
YE’yê ragihand ku wan dema tevdîrên sînordar ên li dijî binpêkirinên giran ên mafên mirovan li Îranê, dirêj kirine. -
Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Ji bo Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin
Komîsyona Mafên Zarokan û Bîrê ya Şaxa OHD’ê ya Stenbolê diyar kir ku 7 zarok bi hinceta tevli pîrozbahiya Newrozê bûne hatine girtin û êşkence û miameleya xerab li van zarokan hatiye kirin. -
11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin
11 partiyan ku di nava wan e DEM Partî, DBP, TOP, ESP û TÎP jî cih digirin, diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demoratîk derbasî qonaxeke nû bûye û banga avêtina gavên şênber kirin. -
Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir
Li Îranê du girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Qêzêlhêsar a li Kerecê hatibûn girtin, hatin darvekirin. -
Li Naqqarînê 270 cenaze
Rêvebera Komeleya Koçberên Efrînê Nesrîn Silêman got, “Li Naqqarînê goreke komî heye ku tê de bêhtirî 270 cenaze hene. Fikarên me ew e ku cenaze aîdê Kurdên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine revandin an jî qetilkirin e.” -
Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump 'rejîm guherî'
Îran û Îsraîl êrişên li hemberî hev dewam dikin. Li gorî Trump li Îranê rejîm guherî. Li ser Tengava Hurmuz û Girava Hargê gefên nû xwar. Welatên Kendavê û Lubnan hatin bombekirin. -
Li Helsînkiyê şahiya Newrozê
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê Newroz hate pîrozkirin. -
ROJEVA 30'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bang kirin ku rojnamegerên girtî werin berdan û zextên li ser azadiya çapemeniyê bi dawî bibin. -
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Wanê bi rêxistinên civakî yên sivîl re civiyan û xebatên yekîtiya neteweyî nirxandin. -
PÎK'ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî şermezar kir. -
'Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape'
Serokên sendîkayan anîn ziman ku ew pêvajoya 27'ê Sibata 2025'an girîng dibînin, çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîs ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape û dixwazin têkoşîneke hevpar bimeşînin. -
Ji malbata wî sê kes li benda 'mafê hêviyê' ye: Bila biryarên DMME'yê bi cih bêne anîn
Sezgîn Bayram anî ziman ku li gel bavê wî sê kes ji malbata wî bi cezayê girtîgehê yê 'heta bi hetayê yê girankirî' li girtîgehê ne û got, "Divê hiqûq bi cih bê anîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêne pêkanîn."