Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bang kirin ku rojnamegerên girtî werin berdan û zextên li ser azadiya çapemeniyê bi dawî bibin.
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bang kirin ku rojnamegerên girtî werin berdan û zextên li ser azadiya çapemeniyê bi dawî bibin.
Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo gel bizanibe em dinivîsînin, em bi gel re dimeşin” hat amadekirin. Ji ber ku polîsan destûr neda meşê, daxuyani li Parka Mehmet Ayvalitaş a Kadikoyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Îsmaîl Ari, Alîcan Uludag, Merdan Yanardag û rojnamegerên din ên girtî demildest serbest werin berdan.
Nivîskarê rojnameya BirGunê Berkant Gultekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku rojnamegerî di bin zexteke giran de ye. Gultekîn destnîşan kir ku rojnameger ji ber nûçeyên xwe bi binçavkirin, lêpirsîn û girtinan re rû bi rû dimînin.
Gultekîn anî ziman ku bi taybetî sûcdarkirinên wekî “belavkirina agahiyên xapînok di nav gel de”, “navtêdana gel ji bo kîn û dijminatiyê” û “heqareta li serokkomar” wekî amûreke zextê li dijî rojnamegeran têne bikaranîn.
Rojnamegeran bal kişandin ser wê yekê ku tevî hemû zextan ew ê nivîsandina rastiyan bidomînin û peyama “Ji bo rojnamegeriyê azadî, ji bo welat demokrasî” dan.