Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin
Ji bo rojnamegerê girtî Alican Uludag bi daxwaza heta 19 sal û 6 mehan cezayê hefsê doz hat vekirin.
Ji bo rojnamegerê girtî Alican Uludag bi daxwaza heta 19 sal û 6 mehan cezayê hefsê doz hat vekirin.
Derbarê Nûçegihanê DW Tirkî yê Enqereyê yê girtî Alican Uludag de, bi sûcdariyên “Bi eşkereyî heqaret li Serokkomar kiriye”, “Agahiyên xapînok bi alenî belav kiriye” û “Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û organên darazê yên dewletê bi vekirî biçûk xistiye” angaştname hate amadekirin.
Cezayên ku di qanûnê de ji bo van sûcdariyan hatine diyarkirin; ji bo "bi eşkereyî heqareta li serokkomar" ji salekê heta 4 salan, ji bo "bi eşkereyî belavkirina agahiyên xapînok" ji salekê heta 3 salan û ji bo sûcê "bi eşkereyî biçûkxistina hikûmeta Komara Tirkiyeyê û organên darazê yên dewletê" ji 6 mehan heta 2 salan hefs e. Tê hesabkirin ku di çarçoveya TCK 43’an de heke hikumên sûcê zincîrî werin sepandin, ev ceza dikarin werin zêdekirin û bi giştî bigihêjin nêzî 19 sal û 6 mehî.