Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku fuzeyeke balîstîk a ji Îranê hate avêtin û berê wê li Tirkiyeyê bû ji aliyê parastina hewayî ya NATO'yê ve hatiye îmhakirin.

Wezaretê diyar kir ku fuzeyeke ji Îranê hate avêtin, piştî ku ji qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê derbas bû û berê xwe dabû Tirikyeyê, li Rojhilatê Derya Spî ji aliyê parastina fuze û hewayî ya NATO'yê ve li hewayê hate îmhakirin.

Wezareta Parastinê diyar kir ku parçeyên ketin navçeya Dortyol a Hatayê parçeyê fuzeya ku fuze îmha kiribû. Hate ragihandin ku di bûyerê de tiştek bi kesî nehatiye.