ÎHD: Li Girtîgeha Zarokan a Hatayê binpêkirinên giran hene

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê diyar kir ku zarokên ku ji bajarên Wan û Şirnexê ji Girtîgeha Zarokan a Hatayê re hatine sewqkirin bi binpêkirinên giran re rû bi rû mane.

Komeleyê da zanîn ku di encama hevdîtinên li gel zarokan hatine kirin de binpêkirinên giran ên weke tundiya fîzîkî, ferzkirina lêgerîna tazî û kêmxwarin hatine tespîtkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehê ya Navendî ya ÎHD'ê Mehtap Sert diyar kir ku ji 19 zarokên ku ji Wan û Şirnexê hatine sewqkirin 3 jê hatine berdan û di hevdîtina li gel 16 zarokên din de gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.

Mehtap Sert ragihand ku zarok ji pêvajoya qebûlkirinê ya girtîgehê ve bi tundiya fizîkî û ya devkî re rû bi rû mane, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber kêmxwarinê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû mane. Mehtap Sert destnîşan kir ku li girtîgehê xizmetên piştgiriya derûnî kêm in û daxwazên wan ên tenduristiyê jî bi derengî tên xistin.

Mehtap Sert da zanîn ku li girtîgehê daxwazên zarokan ên ji bo kurs û çalakiyên civakî tên redkirin û di warê xwegihandina amûrên paqijiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Mehtap Sert xwest ku demildest dawî li binpêkirinên mafan bên.