Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir re bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtin kirin.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtin kirin.

Di van hevdîtinan de ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payin ku heyet li ser naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re kiriye agahiyan bide, qonaxa heyî ay pêvajoyê û gavên bêne avêtin binirxîne.