NÛ BÛ

OHD’ê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran bi daxwaza “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” daxuyanî da.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi dirûşma “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Edliyeya Amedê hate dayin û gelek hiqûqnas beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hate hilgirtin.

Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurdî Kurmancî ji hêla Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa OHD’a Gulbahar Ateş ve, ya bi zaravayê Kirmanckî ji hêla Hevberdevkê Şaxa OHD’a Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr ve û ya bi Tirkî jî Hevseroka Şaxê Zeynep Karayilan ve hate xwendin.

Daxuyaniya Şaxa OHD’a Amedê ya bi sernavê “Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in” wiha ye:

“Zimanê Kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê û yek ji sedemên sereke yên hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê; tunehesibandin, qedexekirin, çewisandin, dorpêçkirin, bisînorkirin û hewildana ji bo jiholêrakirin û tunekirina zimanê Kurdî ya bi rê û rêbaz û amûrên cihêreng sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê divê zimanê Kurdî, di serî de ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve; ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî û navneteweyî ve bi fermî were naskirin; bikaranîna wê di hemû qadên civakî û jiyanî de azad û serbest be.

Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ya rojane ye, di heman demê de nirxekî jiyanî ye ku cîhana hestiyar, hilberîna ramanî û bîra civakî ya gelekî hildigire. Naskirin û parastina ziman di qada giştî de pêdiviya piralîbûna çandî, pergala civaka demokratîk û mafên mirovan e.

Wekî tê zanîn di sala 1999’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimaniyê roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye qebûlkirin û mafê zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Rêgeza ku hemû zimanên cîhanê li pêşberî hiqûqê xwedî mafên wekhev in divê ji bo zimanê Kurdî jî pêk were.

Li ser vê esasê; di pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve de li ser encama daxwazên li jêr hatine nivîsandin mecbûriyeta dabînkirin û parastina hiqûqî ya van daxwazên ku Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di dîroka 15’ê Tebaxa 2025’an de daye destpêkirin û ji bo îmzeya hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê vekirî ye, ji aliyê zêdetirî 2 hezar hiqûqnasan ve hatiye îmzekirin û anîn ziman. Di vê çarçoveyê de:

* Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê.

* Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê.

* Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî divê werin rakirin ji bo ku Kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMM’ê ve werin avêtin.

Em wekî hiqûqnasên ku îmzeya me li binê vê nivîsê heye bang li Meclîsê dikin ku daxwazên li jor hatine kirin li ber çavan bigire û ji bo ku Kurdî bibe xwedî statûya fermî û bibe zimanê perwerdehiyê demildest xebat û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bike.”

ŞIRNEX

Şaxa OHD a Şirnexê, li pêşiya Edliyeya Cizîrê daxuyanî da. Endamên komeleyê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar, ji hêla endamê OHD’ê Cîhet Îneç ve hate xwendin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû û piştre jî beşdaran daxwaznameya xwe ya ku tê de tê xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, bi rêya kargoyê ji Serokatiya Meclisê re şand.

ÊLIH

Şaxa OHD’a Êlihê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Endamê OHD’ê Kenan Bîlben daxuyanî xwend û daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Piştre jî daxwaznameya bi heman daxwazan ji Meclisê re hate şandin.

RIHA

Şaxa OHD’a Rihayê, li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan jî piştgirî dan daxuyaniyê. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîbanê metna hevpar xwend. Piştre jî girseyê daxwazname ji Meclisê re şand.

MÊRDÎN

Şaxa OHD’a Mêrdînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Endama Şaxê Dîlan Koç daxuyaniya hevpar xwend. Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

MÊRSÎN

Şaxa OHD’a Mêrsînê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar jî piştgirî da. Metna hevpar a daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurdî Kurmancî parêzer Lokman Şaman, ya bi zaravayê Kirmanckî parêzer Mehmet Altuntaş û ya bi Tirkî jî Hevseroka Şaxa OHD’ê Melek Şaraldiyê xwend. Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

ENQERE

Şaxa OHD’a Enqereyê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek hiqûqnas tev li bûn. Metna bi Kurdî Rêvebera Şaxê Fatma Surucu xwend. Daxuyanî, bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" û bi çepikan bi dawî bû. Piştre jî parêzeran nameyeke hatibû amadekirin ji Serokatiya Meclisê re şand.