ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar ragihand û diyar kir ku di Çileyê de herî kêm 146 karker dema dixebitîn, jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya têkildarî cînayetên kar a meha Çileyê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku herî kêm 146 karker dema li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane. Hate gotin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayin 29 jê karkerên înşaetê, 23 yên veguhestinê, 16 jî yên metalê bûn.

Her wiha hate ragihandin ku cînayetên kar herî zêde li bajarên Stenbol, Kocaelî, Denîzlî, Antalya, Aydin, Bursa, Amed, Dîlok, Îzmîr, Enqere, Erzirom û Sakaryayê çêbûne.

4 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di berdewamiya raporê de hate gotin ku herî kêm 4 zarokan, 6 jinan û 4 penaberan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.