ROJANE
Hemû Nûçe
-
MKG û DFG'ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegehînên ETHA dan
MKG û DFG'ê daxwaza berdana tavilê ya nûçegîhanên ku di serdegirtina Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) de hatin binçavkirin, kirin. -
'Li girtîgehên li Îranê dermanekî bi guman didin girtiyan'
Hate ragihandin ku li girtîgehên Îranê dermanekî nediyar ji girtiyan re tê dayin. -
Bakirhan: Peymana bi Şamê re bi saya Birêz Ocalan pêk hat
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişand ser rola çalak a Rêber Apo ya di peymana bi Şamê re û diyar kir ku Rêber Apo 23 rojan bênavber tevlî bû û bi saya wî lihevkirin pêk hat. -
Rapora OHD'ê: Di protestoyan de 842 kes hatin binçavkirin, 118 kes hatin girtin
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser destwerdana polîs û leşkeran a li xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li hemberî êrişên li ser Rojava raporek weşand. -
DFG’ê: Di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hat girtin
DFG’ê rapora xwe ya meha Çileyê ya têkildarê binpêkirina mafên rojnamevanan weşand. Di raporê de, hat diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojava li hember rojnamevanan zext û binpêkirinên cidî zêde bûne. -
Baweriya gel a bi pêvajoyê kêm bû: Sererastkirinên qanûnî divê bi lez bikevin meriyetê!
Lêkolîna ku SAMER'ê li bajarên Kurdistanê kir, raxist pêş çavan ku baweriya gel a bi pêvajoyê gelekî kêm bûye. Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina vê bêbaweriyê divê sererastkirinên qanûnî tavilê pêk bên. -
92 kes hatin binçavkirin
Di serî de Stenbol li gelek bajaran di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî û rojnamevan jî di nav de 92 kes hatin binçavkirin. -
Karkera depoya Migrosê ya di berxwedanê de: Em ê qet şertên koletiyê qebûl nekin!
Nursima Ozcan, karkerê depoya Migros Esenyurt ku ji ber berxwedana li dijî zordestiya zêdekirina sefaletê ji kar hatî derxistin, rewşa dijminatiya wiha anî ziman: “Mûdîrê ÎK’ê karkerê di berxwedanê de bi gotina ‘Tu kambûr î, kê te bigire kar’ biçûk xist." -
Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê re nema ye
Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akın destnîşan kir ku gelê Kurd êdî li benda gavên berbiçav e û got: “Tehamula gel ji bo mijûlkirinê nema ye. Gel wê wan tiştên ku tên dirêjkirin, paşguhkirin û li gorî daxwaz û dema desthilatê tên kirin, qebûl neke.” -
Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve dihêle wê mayînde nebe
Endamê Meclîsa Neteweyî ya SPO Paul Stich diyar kir ku li Sûriyeyê ti çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve dihêle wê mayînde nebe û got, "Aştiya rastîn tenê bi misogerkirina jiyanek ewle û bi rûmet pêkan e.” -
ROJEVA 3’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin
Polîsan êrîşê girseya ku li Mûşê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan a li ser Rojava hatibûn ba hev, kir. Di êrîşa polîsan de 2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. -
Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e
Rewşa tenduristiyê ya Diyar Koç krîtîk e ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Her wiha hevdîtina bi parêzeran jî tê astengkirin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Ev peyman dikare destpêkek be û ji vê derê ji bo Sûriyeyeke demokratîk dikare gavên girîng ên rasteqîn bêne avêtin. Em bi Şoreşa Rojava re ne." -
Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re
32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyamek piştgiriyê ji bo Rojava weşandin û çalakî lidar xistin. -
Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide
Fîlozof Michael Lowy, helwesta Rojavayî ya li hember êrîşên li ser Rojava wekî xiyanetê bi nav kir, hişyarî da ku ev siyaset ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo ewlehiya Ewropayê jî wê encamên giran derxe holê. -
Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava de, Amediyan li hev civiyan û peyamên piştgiriyê dan gelê Rojava. Kesên beşdarî meşê bûn, bang li xurtkirina hevgirtina gelê Kurd kirin. -
'Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!'
Sebahat Tuncel, di nirxandina xwe ya li ser lihevkirina li Sûriyê de, balkişand ser girîngiya agirbestê û got ku têkoşîna esas ew e ku azadiya gelan bên mîsogerkirin û yekîtiya navbera Kurdan veguherîne hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk. -
ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’
Bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi hezaran kes herikîn kolanan. -
Meşa Stenbolê: Bijî berxwedana Rojava
Li Stenbolê bi wesîleya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê meş hat lidarxistin û wiha hat gotin, “Meşaleya azadiyê ku li Rojava teyisî, bi yekbûna stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ a Rêber Abdullah Ocalan, wê rêya jiyana demokratîk û azad nîşan bidin." -
Li Pirsûsê çalakiya ‘Rojava’: Xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li siberojê ye
Platforma Saziyên Demokratîk 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li Qada Pirsûsê daxuyanî da. -
Li Qoserê bi deh hezaran meşiyan: ‘Gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade’
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi banga Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê re, bi deh hezaran kes li Qada Azadiyê hatin ba hev. -
Li Dîlokê çalakî: ‘Em ê bi her awayî Rojava biparêzin’
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Dîlokê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê de daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştevaniya bi Rojava re divêtiyeke dîrokî ye. -
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê de, bi tevlîbûna deh hezaran kesan meşek hate lidarxistin.