Li Qoserê bi deh hezaran meşiyan: ‘Gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade’

Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi banga Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê re, bi deh hezaran kes li Qada Azadiyê hatin ba hev.

Gel di tevahiya meşê de bi berzkirina dirûşmeyên “Gelê Kurd yek e! Kürdistan yek e!”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” peyamên piştgiriyê dan xelkê Rojava.

Di meşê de pankart û dovîzên ku xwedî li berxwedana Rojava derdikevin, hatin hildan. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tevlî meşê bû.

Di meşê de posterên Rêber Apo û alên QSD û YPJ’ê jî hatin hildan. Dema ku meş gihişte qada Newrozê, li vir li ser navê platformê daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku ev roj xwedî wateyeke dîrokî ye.

Bayindir bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û bang kir ku deriyên sînor werin vekirin û alîkariyên mirovî bigihijin wir.

Bayindir got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sekna xwe pêşî li komkujiyan girt. Kir ku peymanek çêbibe. Silav ji bo Rêberê Gelê Kurd. Em ê her tim li pey statuya xwe bin.”