ROJANE
Hemû Nûçe
-
Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku 'guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê girtekên Îmraliyê de, diyar kir ku Rêber Apo bi israr got ku guhertina li Sûriyeyê divê demokratîk be. -
ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin
Li navçeya Tarsus ê Mêrsînê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di dema çalakiyê de, di encama êrîşa çekdarî de Baran Abdî yê ji Kobanê hate qetilkirin. -
Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Di çalakiyên li Îzmîr û Denîzliyê de êrîşê çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin ên li ser Rojava, hatin şermezarkirin. -
Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin
Li bajarokê Sengeserê kampanyayeke alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin. -
ÎHD’ê: Li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, divê tedbîrên lezgîn bên girtin
Komîsyona Navenda Mafê Mirovan a Komeleya Mafê Mirovan, diyar kir ku li Kobanê ji ber dorpêça çeteyên HTŞ’ê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekirin 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û banga tedbîrên lezgîn kir. -
Li Îranê zêdeyî 150 jin şandin qawîşên girtiyên siyasî
Dewleta Îranê zêdeyî 150 jinên ku di xwepêşandanên demên dawî de li Îranê hatine binçavkirin, şand beşa siyasî ya Girtîgeha Adil Abad a bajarê Şîrazê. -
Li Agiriyê polîsan êrîş bir ser çalakiya ji bo Rojava
Li Agiriyê polîsan êrîş bir ser koma ku ji bo piştgiriya Rojava daket kolanan. Nêzî 20 kes hatin binçavkirin. -
Li Mêrdîn û Sêrtê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li dijî êrîşên li ser Rojava li navçeya Kerboran a Mêrdînê û navçeya Misircê ya Sêrtê çalakî hatin lidarxistin. -
Zanyarên olî ji bo Rojava nerazîbûn nîşan dan: Divê her mislimanek berpirsyarî bigire
Komeleya Zanyarên Olî ya Enqereyê (DÎADER), êrîşê komên HTŞ/DAÎŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û dan zanîn ku bûyerên tên jiyîn di asta qirkirinê de ne. -
OHD'ê ji bo Rojava bang li zêdeyî 300 saziyên navneteweyî kir
OHD'ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê li dijî mirovahiyê sûc dikin û ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava û naskirina statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava bang li zêdeyî 300 saziyên navneteweyî kir. -
Li Deryaya Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû
Li Deryaya Egeyê keştiyeke koçberan noqî avê bû. Herî kêm du kes ku yek ji wan zarok e jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran derbarê bûyerê de agahî dan. -
Li Îzmîrê 5 kesên din hatin binçavkirin
Li Îzmîrê dewleta Tirk serê sibehê li gel biserdegirtina malan 5 kesên ku beşdarî çalakiya li hemberî êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava bûne, binçav kirin. Li îzmîrê hejmera kesên hatin binçakirin gihîşt 11’an. -
Zubeyîr Aydar: Helwesta gelê Kurd niştimanî û pîroz e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar helwesta gelê Kurd a li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat weke helwesteke niştimanî û pîroz pênase kir û got, "Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye." -
Dr. Veysî Ulgen: Berî ku pir dereng bibe divê korîdorek mirovî were vekirin!
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Veysî Ulgen bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û mirinên ji ber dorpêça li ser Kobanê û got, “Berî ku dereng bibe divê korîdora mirovî were vekirin û divê rêxistinên navneteweyî li cihê bûyerê rewşê bişopîne." -
Ji KCDK-E ji bo Selim Sadak peyama sersaxiyê
KCDK-E, ji bo endamê KNK Selim Sadak peyamek weşand û sersaxî ji malbata wî, hevalên wî û gelê Kurd re xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sadak kesekî ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bi salan bedel daye û ji têkoşîna xwe tawîz neda ye. -
ROJEVA 25’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê tavilê dorpêça dermirovî bi dawî bibe!
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku li Rojava êrîşên di asta komkujiyê de pêk tên û bang kirin ku tavilê dorpêça li ser gelê Kurd a dermirovî bi dawî bibe. -
Polîsan êrîşî protestoya Rojava kirin: Gelek kes hatin binçavkirin, parlementerê DEM Partiyê hat der
Li Stenbolê polîsan êrişî girseya ku êrişên li ser Rojavayê protesto dikir kir û gelek kes binçav kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat ku di dema êrişê de polîsan ew derb kir, rakirin nexweşxaneyê. -
Li Stenbolê çalakiya Rojava: Her der berxwedan e
Girseya ku li Stenbolê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Rojavayê kom bû, ber bi Saraçhaneyê ve meşiya. Gel li dijî êrîşên polîsan, hemû kolanan veguherandin qada berxwedanê. -
Êrîşên li ser Rojava li Mêrsînê hatin şermezarkirin
Li Mêrsînê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrîşên li ser Rojava ên ji hêla çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin meşeke girseyî lidar xistin û daxuyanî dan. -
ÎHD’ê li gelek bajaran çalakî lidar xist: Divê êrîşên li ser Rojava bên sekinandin!
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo protestokirina êrîşên komên paramîlîter ên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî da. -
Bêdengî hevkariya sûc e
Gelek siyasetmedar, parlamenter û kesayetên naskirî yên Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Rojava dan û gotin, “Bêdengî ne bêalîbûn e. Bêdengî hevkariya sûc e” û bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku helwestek zelal raber bike. -
Îdrîs Balûken: Tirkiye ji bo destketiyên demkurt rêyek xeternak dişopîne!
Siyasetmedar Îdrîs Balûken diyar kir ku sedema herî Siyasetmedar Îdrîs Balûken diyar kir ku sedema herî mezin a ku di vê pêvajoyê de Rojava bûye hedef ne hêza wê ya leşkerî ye, şêwaza jiyana wê ye û got, “Desthilata Tirkiyeyê ji bo destketiyên demkurt rê -
Êşkenceya sîstematîk didome: Koç ê ku ji nexweşxaneyê derxistin girtin!
Diyar Koç ku li Nisêbînê êşkence lê hatibû kirin, bi zexta polîsan ji nexweşxaneyê hat derxistin. Polîsan derbarê daxistina alê de pirs jê nekirin, tenê pirsa “Ma te ala YPG’ê daliqand?” jê pirsîn. Koç ne dikare bimeşe û ne jî pêdiviyên xwe bi cih bîne.