Polîsan êrîşî protestoya Rojava kirin: Gelek kes hatin binçavkirin, parlementerê DEM Partiyê hat der

Li Stenbolê polîsan êrişî girseya ku êrişên li ser Rojavayê protesto dikir kir û gelek kes binçav kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat ku di dema êrişê de polîsan ew derb kir, rakirin nexweşxaneyê.

Nerazîbûnên li dijî êrişên li ser Rojavayê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hatin lidarxistin. Polîsan êrişî çalakiyê kir ku li gelek taxên navçeya Fatîhê ya Stenbolê pêk hat.

Di êrişa polîsan de, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ugurcan Boztaş jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. 

Di êrişê de, polîsan Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî erb kirin. Firat bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.