Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Li navçeya Tarsus ê Mêrsînê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di dema çalakiyê de, di encama êrîşa çekdarî de Baran Abdî yê ji Kobanê hate qetilkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê, li navçeya Tarus ê Mêrsînê bi daxuyaniyekî êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên li ser Rojava protesto kir. Ciwanan piştî daxuyaniyê ketin kolanên navber ên Taxa Gazîpaşa û çalakiya xwe domandin. Polîsan êrîşî ciwanên çalakvan kirin. Di vê demê de kesê bi navê Huseyîn Kanlibiçak ê MHP’î yê li ser nifûsa Sêwregê êrîşî koma li kolanan kir. Di gulebarana ketober a êrîşkar de Baran Abdî ê ji Kobanê ku mêvanê xaltîka xwe bû, bi giranî birîndar bû. Abdî ku dema şaneşînê rûnîştî bû gule ket serê wî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.