ROJANE
Hemû Nûçe
-
Partiyên siyasî banga parastina Rojava kirin
Partiyên siyasî bal kişandin ser wê yekê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê a Tirkên dagirker bi piştgiriya ku dide rêveberiya demkî ya Şamê, hewl dide pêşî li statu û destkeftiyên demokratîk ên Kurdan bigire û gotin: “Em ê bêdeng nemînin." -
Jinên ji Kongra Star tevlî seferberiyê bûn
Endamên Kongra Star ên li bajarê Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxayê yên Kantona Cizîrê ragihandin ku ew tevlî seferberiyê bûne û wê herêmên xwe bi hêzên xwe biparêzin. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Hesekê daxuyanî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê daxuyaniyek da û ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava bang kir. -
Julian Dray: Li pişt êrîşan kijan bazariya qirêj heye?
Wekîlê berê yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Julian Dray, ji ber êrîşên li ser Rojava hikûmetê hişyar kir û pirsa li pişt êrîşan kîjan bazariya qirêj heye kir. -
Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin
Hêzên QSD, YPJ û Yekîneyên Antîterorê ku girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê diparêzin, bi êrişên dijwar ên çeteyên hikûmeta demkî re rû bi rû ne. Metirsiya revîna 2 hezar DAÎŞ’iyên li girtîgehê zêde dibe. -
Hakan Fîdan û Tom Barrack li hev rûniştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack di demekê de ku êriş li ser Rojava heye jinûve li hev rûniştin. -
Êrişên li ser girtîgehên ku DAÎŞ'î lê girtî ne di çapemeniya cîhanê de ye
Êrişên çeteyên HTŞ'ê yên ku piştgiriyê ji Enqereyê werdigirin li ser Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê dewam dikin. Êrişa li ser Girtîgeha Şedadê ku bi hezaran DAÎŞ'î lê girtî bûn û berdana girtiyan di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. -
Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat derbarê êrîşên li ser Şoreşa Rojava de got, "Bi van êrîşan dixwazin hemû destketiyên gelê me ji holê rakin. Ji me re dibêjin; an mirin an teslîmbûn. Em ê teslîm nebin." -
ROJEV 20’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
PÎK: Li hember êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê rabin ser piyan
PÎK bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezakir û got: “Li hember çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rabin ser piyan. -
Karasu: Roj roja parastina Rojava ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang li hemû gelê Kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li ber xwe bidin û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî hemû gelê Kurd e." -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberên Rojava banga alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo malbatên ku ji ber êrişa çeteyên HTŞ'ê koçber bûne banga alîkariya lezgîn kir û xwest ku her kes ji bo Rojava bikeve tevgerê. -
Li Stenbolê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de yên ku di 16’ê Çileyê de hatibûn kirin, 16 kesên ku di nav wan de 2 zarok jî hebûn hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 11 jê hatin berdan, 4 kes hatin girtin û ji bo kesekî jî biryara kontrola edlî hate dayîn. -
Hrant Dînk li cihê ku lê hatibû qetilkirin hate bîranîn
Hrant Dînk, di 19'emîn salvegera qetilkirina xwe de, li ber Apartmana Sebat a ku ofîsa berê ya rojnameya Agosê lê bû û lê hatibû gulebarankirin, hate bîranîn. -
Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn: Êrîş ‘tasfiyeya neteweyî’ ye
Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn ku ji Misir, Fas, Tûnis, Libnan û Iraqê pêk tê, êrîşên li ser Rojava wekî “êrîşên tasfiyeya neteweyî” pênase kirin. Heyetê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê da. -
DKP/BOG'ê banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re kir
Komîteya Navendî ya DKP/BOG'ê destnîşan kir ku "desthilata HTŞê ya ku piştgiriya hêzên emperyalist girtiye li pişt xwe, ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava êrîşên xwe zêde kirine" û banga mezinkirina piştevaniya bi Şoreşa Rojava re kir. -
Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin, berxwedan li bajêr belav bû
Polîsên Tirk êrîşî meşa ku Platforma Saziyên Demokratîk dixwest li Amedê li dar xist, kirin. Piştî vê yekê, berxwedana gel li seranserê bajêr belav bû. -
Xelkê Şemzînanê êrîşên li ser Rojava şermezar kir
Xelkê Şemzînanê li dijî êrîşên ser Rojava meşek li dar xist û bertek nîşanî piştgiriya Tirkiyeyê ya di êrîşan de da. Welatiyan got: “Bila Tirkiye û çeteyên wê bizanin ku dê Rojava nekeve.” -
‘Îranê qetilkirina 5 hezar çalakvanan qebûl kiriye’
Îranê qebûl kir ku di protestoyên li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, nêzî 5 hezar çalakvan qetil kiriye. -
Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî
Êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê yên gelê Kurd hedef digirin li Semsûrê hatin protestokirin û Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye jî li Enqere û Stenbolê banga çalakiyan kir. -
Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe, li dijî êrîşên li ser Rojava banga hevgirtinê li tevahiya gelê Kurd hat kirin û berxwedana YPG û YPJ’ê silav kirin. -
Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku êriş li ser paradîgmaya gelan a li herêmê tê kirin. -
Pêwîstî çima bi komunan heye?
Rêber Apo diyar dike ku rêxistiniya komunê rêxistiniya dema nû ye û divê ev yek li her qada jiyanê hebe. -
Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe
Aslan anî ziman ku Tirkiye bi êrişa li ser Kurdan nikare li Rojhilata Navîn tiştekî bi dest bixe û got, "Eger dixwaze li herêmê bibe welatekî cihê hurmetê, weke ku Abdullah Ocalan got, ji bilî xurtkirina xwişk û biratiya Kurd-Tirk şensekî xwe nîne." -
ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.